Tundiya li jinên sûdanî: Sinetkirin

Sozda Oremar / JinNews

Rojnameger û parêzvanên mafên jinan Wînî Omer behsa rewşa jinan a li Sûdanê kir û diyar kir ku li Sûdanê jin rastî her cureyên şîdetê tên. Omer da zanîn ku pirsgirêkên herî mezin ên jinan sinetkirin û zewaca temenê biçûk e û destnîşan kir ku pergala li Sudanê ji bo jinan bi xof û xetere ye
Komara Sudanê di Asta Azadiya Çapemeniyê ya 2018’an a Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de di nav 180’ê welatan de di rêja 174’an de cih digire. Der barê cil û bergên jinan de jî qedexe hene û li gorî daneyên No to Women’s Oppression Initiative(Na ji Tundiya li ser Jinan re) li Sûdanê di 2016’an de ji 15 hezarî zêdetir jin bi sûcdariyên ‘li hemberî pergala cemaweriyê derketine’ rastî cezayên kamçiyê hatin. Her wiha Sûdan bi şerîtê tê birêvebirin.

Wînî Omer li Sûndanê hem rojnamegerî dike û hem jî parêzvana mafê jinan e. Omer di gelek mijaran de panelan pêk tîne û beşên civaknasî û antropolojî xwendiye û bi lêkolînên xwe yên di qadên civakî û zanistinên civakî tê zanîn.

Der barê Omer de ji ber sûcên li hemberî dewletê û ji ber ku etek li xwe kiriye, bi giştî 8 doz hatin vekirin û qedexeya derketina derve heye û bi cezayê darvekirinê re jî rû bi rû ye.

Omer der barê xebat, rojnamegerî û cezayên li hemberî wê axivî. Omer diyar kir ku ji sala 2014’an heta niha rojnamegeriyê dike û got ku di sala 2007’an de dema xwendekara zanîngehê bûye bi pirsgirêkên jinan re eleqeder bûye û tev li perwerdeya mijarên pirsgirêkên jinan bûye.

Di axaftina xwe de Omer da zanîn ku hemû cureyên şîdetê bandorek giran li ser tenduristiya jinan dike, heta dibe sedema mirina wan jî.

Pirsgirêkên herî mezin

Li Sûdanê yek jê pirsgirêka jinan a mezin jî sineta jinan e. Têkildarî sineta jinan Omer ev tişt vegot: “Sineta jinan di hinek civakan de wek çand belav bûye. Ji ber ku bi jinan bawer nabin di bin navê ‘şerefê’ de sinet tê kirin û li gorî wan civakan, civakên sinetê nakin kêm tên dîtin. Li Sûdanê ji sedî 90 jin tên sinetkirin. Ev jî xetereyek e mezin e. Her wiha yek ji pirsgirêka din a li Sûdanê her diçe belav dibe zewicandina zarokên di navbera 7 û 10 salî de ye. Qanûnên li Sûdanê destûr dide ku zarokên di navbera 7 û 10 salî de bizewicin. Ev bûyer mafên zarokan bin pê dike.”

Rojnamegerên jin tên hedefgirtin

Di axaftina xwe de Omer bal kişand ser pirsgirêkên ku jinên rojnameger li Sûdanê dijîn û got ku li Sûdanê rojnamegerî pîşeyek pir zehmet e, ger jin bî ev dibe du qat û ev nirxandin kir: “Jinên rojnameger ên heqîqetê nîşan ku didin rastî her cureyên heqeretê tên. Dewlet wan rojnamegeran dijberî xwe dibîne. Li gorî vê pergala Sûdanê, ji bo jinan pergalek bi xof e. Li Sudanê zîhniyeta mêr serdest e. Qada jiyan û pîşeyî ya jinan hedef digire. Bê hêz tên dîtin û rasterast şîdet li wan tên kirin. Mafên jinan tune tên hesibandin. Em jin divê li dijî vê pergalê bibin yek têkoşînê mezin bikin.” Her wiha Omer di dawiya axaftina xwe de li jinan û hempîşeyên xwe bang kir ku di mijara binpêkirina mafan de tiştên ku dikeve ser milê wan pêk bînin.

Dikarî Biecibînî