‘Dê herkes îflasa polîtîkaya dagirkerî û xespê bibîne’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr da zanîn ku dê têkoşîna li dijî faşîzmê bi birêxistinkirina jinan hîn mezintir bikin. Taşdemîr got ku li dijî polîtîkaya dagirkerî û xespkirinê, hilbijartinên herêmî firsendeke û dê di hilbijartinan de herkes îflasa van polîtîkayan bibîne

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê sibe li navenda xwe ya giştî bi hevserokên jin re civînekê li dar bixe. Hat zanîn ku di civînê de dê krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê dê bê nirxandin. Di heman demê de tê payîn ku dê xwebirêxistinkirina jinan û qadên xwebirêxistinkirinê yên jinan dê bên nîqaşkirin. Der barê mijarê de berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Bêrîvan Altan re axivî.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr destnîşan kir ku dirûşma ‘Li hemberî faşîzmê mil bidin milê hev’ ku bi salan tê qêrîn, li ser wan ferz bûye û wiha domand: “Weke HDP’ê me çawa bi tevlêbûna hemû derdorên mûxalîf, kedkar, karker, jin û baweriyên cuda qadeke têkoşînê afirandi be, weke Meclisa Jinan a HDP’ê jî dê vê têkoşînê bi jinan mezintir û xurtir bike.”

Dê li her qadan bin

Di berdewamê de jî Taşdemîr anî ziman ku hem krîza rejîmê û hem jî ya aborî di serî de wan hedef digire û ev nirxandin kir: “Herî zêde bandorê li me dike. Tevî vê jî jin dê pêşengiya têkoşînê bikin. Em dixwazin xeta têkoşînê ya jinan ava bikin. Ne tenê di parlamentoyê de, ji fabrîkayan heta cihên grevan û li Qada Galatasarayê, em ê li her qadekê bin. Em niha amadekariyên hilbijartinên herêmî dikin. Em ê di van hilbijartinan de bersiva polîtîkaya qeyûman bidin.”

‘Dê îflasa dagirkeriyê herkes bibîne’

Taşdemîr diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûman, hevşaredar hatine girtin û saziyên jinan hatine girtin. Taşdemîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me jinan ev polîtîka tu caran qebûl nekir. Di hilbijartinên herêmî de jî em ê neraziya xwe ya li dijî vê polîtîkayê bi vekirî nîşan bidin û xebateke baş bimeşînin. Ji bo careke din bidestxistina destkeftiyên xwe, em hilbijartinên herêmî weke firsendek dibînin. Çawa ku dewlet hemû hêza xwe ji bo xespkirina mafên me bikartîne, em jî ji bo bidestxistina van mafan dê seferber bibin. Polîtîkaya dagirkerî û xespkirinê li hemberî vîn û mafdariya gelan çawa îflas kiriye, dê di ev yek bi pêşengiya jinan di hilbijartinên herêmî de careke din bê nîşandan.” ENQERE

Dikarî Biecibînî