Bêdengî erêkirina komkujiyan e

Jinên efrînî ku niha li Wargeha Berxwedanê bi cih bûne, li dijî hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê bêdengiya raya giştî ya navneteweyî rexne kir û diyar kirin ku gelo raya giştî hovitiya ku tê kirin nabîne û got ku bêdengî êrêkirina komkujiyan e
Di encama êrîşên artêşa tirk û çeteyên girêdayên wê de gelek welatiyên Efrînê koçber bûn û li herêma Şehbayê bi cih bûn. Efrîniyên ku li Wargehên Serdem û Berxwedanê bi cih bûn mecbûr man ku di germahiya havînê de di bin çadiran de bimînin. Raya Giştî ya Navneteweyî bêdengiya xwe ya li dijî êrîşên li ser gelê Efrînê, didomînin.

Lê gelê Efrînê tevî hemû zehmetiyan bi hêviya ku dê rojekê vegerin ser axa xwe li ber xwe didin. Jinên ku ji Efrînê hatin koçberkirin û niha li Wargeha Berxwedanê ya li Fafînê bi cih bûne, bêdengiya hêzên navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan, raya giştî ya li dijî êrîşên li ser Efrînê rexne dikin û bang dikin ku Efrîn radestî xwediyên wan bê kirin.

Zehmetî nabin sedema qelsiyê

Jina bi navê Fîdan Muhemed diyar kir ku ew li wargehan gelek zehmetiyan dijîn lê ji bo rûmeta xwe li dijî hemû zehmetiyan disekinin û wiha got: “Ji bo ku em bi awayekî serbilind vegerin Efrînê em li ber xwe didin.”

Muhemed da zanîn ku dewleta tirk ji bo îradeya gelê kurd bişikîne bi awayekî hovane êrîşî Efrînê kiriye û wiha domad: “Em têk neçûn, me li berxwe da. Yên ku têk çû dewleta tirk a ku bombe bi ser me de dibarandin û çeteyên wê bû. Niha em li Şehbayê zehmetiyan dijîn. Lê şertên zehmet dê nebin sedem ku em dev ji doz û têkoşîna xwe berdin. Ez bang li parêzavanên mafên mirovan û aliyên demokrat ên navnetewî dikim ku êdî dawî li bêdengiya xwe bînin. Ger ew bêdengiya xwe bidomînin dê bibin hevparên komkujiyan.”

Dê hesabê bêdengiyê bidin

Esmehan Muhamed destnîşan kir ew tiştên ku hatine serê wan tu carî ji bîr nakin û wiha axivî: “Em bi hêviya ku dê rojekê vegerin Efrînê. Em di wê baweriyê de ne kesên ku li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng man dê hesabê vê yekê bidin.”

‘Em ji axa xwe hez dikin’

Her wiha Zeyneb Muhemed jî ev tişt anî ziman: “Belê rast e em gelek zehmetiyan dikişînin. Lê ew nikarin vîna me bişikînin. Ji bo em vegerin Efrînê em zehmetiyan dijîn. Em ji axa xwe hez dikin û em axa xwe dixwazin.” ŞEHBA

Dikarî Biecibînî