Kongreya Starê ji 3 neteweyan jin anîne gel hev

Kar û xebatên rêxistina Kongreya Star li Kantona Girê Spî bi jinên ereb, kurd û ermenî tên meşandin. Armanca jinan ew e ku hemû jinên Girê Spî bi rêxistin bike. Niha li navendê 7 jinên ereb, 7 jinên kurd û 7 jî jinên ermen dixebitin.

Jinên endamên Kongreya Star der barê kar û xebatên xwe de axivîn.

Armanc tevlêbûna hemû jinan e

Heyfa Muslim diyar kir ku wê her tim dixwest di nav Kongreya Starê de bixebite û wiha got: “Em dixwazin vê tevgerê li Girê Spî pêşve bibin. Ez xebata di nav Kongereya Star de weke pêşengtiyê ji bo jinan dibînim. Armanca me ew e ku hemû jinên Girê Spî di nav Kongreya Star de cihê xwe bigirin.”

Pirsgirêkên civakê çareser dikin

Beyan Bozan jî anî ziman ku beriya avakirina Kongreya Starê li Girê Spî rengê jinan tune bû û ev nirxandin kir: “Piştî avakirina saziya Kongreya Star jinên ereb jî ber bi azadiyê ve dibezin. Ji ber ku em diçin di malên wan de civîn û nîqaşan dikin. Her wiha Mala Jin jî pirsgirêkên gel çareser dike. Ji bo vê jî baweriya me bi jinên ereb heye ku dê bibin xwedî îrade û azad bibin.”

Azadî bi hev re pêkan e

Her wiha Dîlan Hesen jî destnîşan kir ku sê sal in ew ji bo jinên ereb li ber xwe didin û ev tişt anî ziman: “Zilm, şer, zîhniyeta mêr û êrîşên çeteyên DAIŞ`ê hemû li ser jinên ereb hatin meşandin. Ji ber vê jî tirsek di hundirê jinan de heye. Lê tevî vê jî tevgera jinan cesareteke mezin dide jinan. Hezkirina jina kurd û ereb ji hev re heye. Dema ku hezkirin û piştgirî hebe dê jinên ereb, kurd, ermenî û tirkmen bi hev re azad bibin.” GIRÊ SPÎ

Dikarî Biecibînî