‘Binpêkirina mafan di asta herî jor de ye’

Endamên Platforma Bêdeng Nemîne da zanîn ku wan binpêkirinên di dema OHAL’ê de yek bi yek arşîv kirine. Endaman got ku di vê çarçoveyê de jî li gelek bajaran bi gel û hunermandan re civviyane. Endaman diyar kir ku binpêkirinên li Tirkiyeyê li tu deverekê din ê cîhanê nehatine dîtin û destnîşan kirin ku ev pêkanîne hîn didomin
Bi ragihandina rewşa OHAL’ê li Tirkiyeyê, li hemberî rewşa awarte di îlona 2016’an de Platforma Bêdeng Nemîne hate avakirin. Tekildarî mijarê ji edîtorên platformê Ozlem Altinok û parêzer Melîke Polat pirsên JINNEWS’ê bersivandin.

Di axaftina xwe de Ozlem Altinok anî ziman ku di OHAL’ê de li hemberî binpêkirina mafan bêdengiyeke mezin hebû û wiha domand: “Armanca platformê jî arşîvkirina van binpêkirinan bû.Me xwest ku xebatên xwe berfireh bikin. Li ser huner û medyayê astengiyeke mezin hebû. Ev platform jî li hemberî êrîşên ser huner û medyayê hat avakirin. Me xwest ji bêdengiyê re bibin bersiv.”

Li gelek herêman bi gel û hunermdan re civiyan

Di berdewamê de jî Altinok diyar kir ku wan xebatên xwe li ser tayînkirina qeyyûman dest pê kirin û wiha pê de çû: “Ji bo lêkolînkirina êrîşên li dijî huner û medyayê,  em li gelek herêman geriyan. Em bi hunermend û hiqûqnasan re civiyan. Bi taybet jî li Bursa, Artvîn, Eskîşehîr û Amedê em bi gel re civiyan. Xebata me li Amedê dest pê kir. Ji ber ku di dema pêvajoya pêvçûnan de li Amedê rûxandineke mezin pêk hatibû. Binpêkirin di demên berê de jî hebûn li bi OHAL’ê re zêdetir bûn. Bi OHAL’ê re hunermend bê qad û kar hatin hiştin. Ji bo lidarxistina şanoyê dîk tune bûn. Ji bo vê mijarê jî em dixwazin di dawiya salê de civînekê li dar bixin. Ger dîroka qedexeyan hebe, di heman demê de dîroka berxwedanê jî heye. Li dijî OHAL’an em ê heta dawiyê mafê xwe yê jiyanê biparêzin.”

‘Pêkanînên li Tirkiyeyê li tu deverekê cîhanê nayên dîtin’

Têkildarî mijarê parezera platformê Melîke Polat jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Me êrîşên di dema OHAL’ê de pêk hatin, yek bi yek arşîv kirin. Di OHAL’ê de parvekirina fikir û ramanan her roj zehmetir bû û ji ber vê yekê bi hezaran doz hatin vekirin. Ji xwendekaran heya ku akademîsyenan êrîş ser her qadan zêde bûn. Mînak der barê belegefilîmekê de doz hatiye vekirin û stranên ku di konseran de hatine gotin doz lê hatin vekirin. Ev li ku derê dinê hatiye dîtin? Me jî wekî platform xwe bi rêxistin kir û me got gelo em dikarin çawa di nav dozan de cih bigirin, em ketin lêgerîna vê yekê. Dozên ku me nikaribûn bişopînîn me ji parezerên din dixwest û wan dişopandin. Di kîjan zanistiya hiqûqê de sinema, belgesel wekî sucê terorê tê dîtin? Di heman demê de gelek rojnameger jî hatine girtin. Ji Uşakê, heya Geverê me dozên rojnamegeran şopandin.”

Banga piştgiriyê kir

Di dawiya axaftina xwe de jî Polat wiha got: “Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriya xwe ya li hemberî rojnamegeran zêde bikin. Niha OHAL rabûye lê rehetî nîne. Hîn rojnameger tên darizandin û girtin. Karê me her roj zehmettir dibe. Der barê gelek siyasetmendaran de ji ber axaftinên ku di mîtîngan de, doz tên vekirin. Ez di destpêkê de bang li hempîşeyên xwe û pişt re jî li hemû mirovên hêstiyar dikim ku piştgiriyê bidin rojnamegeran.” WAN

Dikarî Biecibînî