Parêzvana jin û zarokan: Şef Theresa Kachîndamoto

Mîna Roj / Stenbol – Anf

Li her devera cîhanê pirsgirêkên jinan dişibin hev. Theresa Kachîndamoto ku li welatê Malavî yê Afrîkayê ji bo jin û zarokên keç têdikoşe, êdî li tevahiya cîhanê tê naskirin. Ew şefa kabîleyekê ye ku nifûsa xwe nêzî milyonekê ye û di sala 2003’yan de bi hilbijartinê bû şefa qebîleyê.

Li qebîleya xwe reforma perwerdeyê pêk anî, li ber êrîşên zayendî û zewicandina zarokan rabû.

Sala 2016’an di 8’emîn Xelatên Hrant Dînk ên Navneteweyî de şef Theresa Kachîndamoto hêjayî xelatê hate dîtin.

Her wiha Kachîndamoto ku îsal jî tev li merasîma xelatdayînê bû, der barê rewşa qebîleya xwe de axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Kachîndamoto qala serpêhatiya şefbûna xwe kir: “Dema ku ez weke şef hatim hilbijartin, destpêkê min qebûl nekir. Piştre malbata qraliyetê hate mala min. Gotin, ‘heta ku tu qebûl nekî û venegere welatê xwe, em ê ji mala te dernekevin’. Hevserê min got ‘Bi dîtina min êdî dem hatiye ku em biçin. Ev mirov sê car in tên û bang li te dikin. Em dest ji her tiştî berdin û biçin’. 27’ê Kanûna 2003’an em derbasî wir bûn. Serokê wê demê jî li wir bû. Destpêkê mirov dibe otorîte, piştre dibe otorîteya kevneşop û dûre dikare bibe otorîteyeke payebilind. Lê serok ji min re got, ‘Na, na em te yekser dikin otorîteya payebilind’.”

Ji dayika 13 salî bi bandor bû

Kachîdamoto diyar kir ku piştî ku hatiye hilbijartin wê xwestiye bi malbata kraliyetê re biaxive û wiha domand: “Cihê lê dimam dûr bû. Dema ku çûm wê derê, min keçeke biçûk dît li qada futbolê dilîst. Dûre pitikekê dest bi girî kir û keçik reviya, ew pitik xist hembêza xwe û şîr dayê. Ez matmayî mam. Çûm cem keçikê û min jê pirsî pitik ya wê ye yan na. Got ‘belê pitika min e’. Ji min re got ku ew hefteya bê dibe 13 salî. Piştre min bang li bavê pitikê kir. Wî jî got, hefteya bê dibe 14 salî. Ez gelekî pê êşiyam.”

Dest bi perwerdekirinê dike

Di berdewamê de Kachîdamoto da zanîn ku piştî vê yekê ew bang li serokên hemû kom û gundan, wezîfedarên dewletê, oldar û midûrên polîsan ên li herêma xwe kiriye û wiha pêde çû: “Ez bi wan re axivîm û min ji wan re got ji îro pê ve dixwazim hemû mirovên li herêmê bên perwerdekirin. Lê em ê ji ciwanên nûgihayî dest pê bikin. Bixwazin nexwazin jî her kes dê biçe dibistanê. Min ji şefan jî xwest ku zarokên keç an jî xort ên kêmî 18 salî divê neyên zewicandin û destûra vê yekê nedin.”

Kachîndamoto anî ziman ku ew di heman demê de endama komîteya zayendparêzî ya civakî ye jî.

Her wiha Kachîndamoto herî dawî îşaret bi hunera rêveberiyê ya jinan jî kir û wiha bi dawî kir: “Dikarim bêjim ku dema jinek di asta payebilind de wezîfedar be, karên gelekî baş û xweş dike.”

Dikarî Biecibînî