Çanda deqan a jinên kurd

Jinen Minbicê der barê çanda deqan a jinên kurd de axivîn û diyar kirin ku berê ev çand ji bo jinan gelek girîng bûye lê niha ev çanda kevnar ber bi tunebûne ve diçe
Çanda deqan a jinên kurd di dîrokê de xwedî taybetmendiyek e. Ev çand ji bo jinên berê pir bi wate û cuda dihat dîtin.

Jinên li Minbicê ku wan jî deq li rûyên xwe deqandine der barê çand deqan de wiha got: “Ev çanda kevnar hîn didome lê ne wekî berê. Hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve diçe.  Berê jinên ku rûyê xwe nedideqandin ev yek wekî kêmasî dihat dîtin.”

Çanda xweşikbûnê ye

Jina bi navê Zehîda Hecî Mûrad a temenê wê 73 sal ye diyar kir ku ew hîn 15 salî bûye rûyê xwe deqandiye û wiha got: “Wê demê hemû jinên li gund rûyê xwe dideqandin. Ev yek wek çanda xweşikbûnê dihat dîtin. Di wê demê de kesên ku rûyê xwe deq nedikirin ev yek ji bo wan şerm dihat dîtin. Niha jî li rûyê min deqên min hene û ez gelek ji wan hez dikim.”

Hêdî hêdî tune dibe

Her wiha jina bi navê Edûle Harûn jî anî ziman ku berê deqên li rûyê jinan gelek cuda û girîng dihatin dîtin û ev tişt vegot: “Berê hezkirinek cuda ya deqên li rûyê jinan hebû. Ev çanda ku ji aliyê civakê û jinan ve gelek girîng dihat dîtin, niha ber bi tunebûnê ve diçe. Ev çanda kevnar hîn didome lê ne wekî berê. Hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve diçe. Di dema berê de jinên ku deq li rûyê xwe nedixistin ev yek wekî kêmasî dihat dîtin.”

Xwedî wateyên cuda ye

Hêjayî bibîrxsitinê ye çanda deqan ku xwedî dîrokeke kevnar e, di her civakekê de xwedî wateyeke cuda ye. Hinek civak ji bo xwe ji hêzên xirab biparêzin çêdikin, hin civak ji bo bereket û siûdê çêdikin, hin civak hene jî ji bo nîşandana aîdê kîjan kebîle yan jî kîjan civakê ye çêdike. MINBIC

Dikarî Biecibînî