Di dîroka êzidiyan de jinên serhildêr

Rênas Remo- Kadar Îbrahîm / Qamişlo– ANHA

Jinên êzidî li hemberî êrîşên qirkirin, komkujî û hewldanên tunekirina civaka êzidî serî netewandin, di parastina çand û nirxên civakê de roleke mezin lîst û bi sekna xwe ji civaka xwe re bûn pêşeng

Civaka êzidî di dîrokê de rastî 74 fermanan hatin. Di serî de împaratoriya osmanî û neviyê wê dewleta tirk bi armanca qirkirinê, kiryarên dijmirovî ku di tu qanûn û baweriyan de nayên qebûlkirin, li hemberî vî gelî da meşandin. Lê her çiqasî ev komkujî li ser êzidiyan pêk hatin jî, wan dev ji ola xwe berneda.

Di serî de jî jinên êzidî para xwe ji van fermanan girt. Herî dawî di komujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an de ku ji aliyê çeteyên DAIŞ û hevalbendên wê dewleta tirk ve hate pêkanîn, jin hatin kuştin, tecawizkirin û li bazaran hatin firotin. Lê dîsa jî jinên êzidî li hemberî van pêkanînan sekinîn û dev ji çand, bawerî û kevneşopiyên xwe bernedan.

carsama sor

Jinên Êzidî yên navdar

Di dîrokê de jinên êzidî di qadên siyasî û civakî de her tim li pêş bûne û civak bi rê ve birine. Di civakê de cihekî girîng girtine û xwedî hêz bûne. Meyan Xatûn, Eyşa Dîz û Gula Şemê mînakên vê yekê ne. Jinên ku me navên wan rêz kirin, bi lehengî û cesareta xwe hatine naskirin. Meyan Xatûn di salên 50’yî yên sedsala borî de roleke girîng di parastina hebûna gelê kurd de lîstiye. Nemaze dema ku dewleta osmanî kurdên êzidî neçar kirine ku bi zorê xwestiye bike misilman, Meyan Xatûn li hemberî van êrîşan roleke girîng lîstiye.

Meyan Xatûn

Meyan Xatûn, keça Evdî Beg e. Evdî Beg, birayê Mîr Hisên Beg ê biçûk e. Di serdema ku Mîr Hisên Beg ji hêla osmaniyan ve hatiye bêerkkirin, wê demê Evdî Beg li ser giştiya civaka êzidî mîrtî kiriye. Lewma jî Meyan Xatûn ku di sala 1874’an de li gundê Baedrê yê başûrê Kurdistanê hatiye dinê, wek keça mîr tê binavkirin.

Meyan Xatûn bi zanebûna xwe û têkiliyên xwe yên bi hemû beşên civakê re tê naskirin. Kariye gelê êzidî ji çavbirçîbûnên dewleta osmanî û hikûmeta Iraqê biparêze. Meyan Xatûn piştî kuştina hevjînê xwe di sala 1913’an de civaka êzidî bi rê ve biriye heta roja wefata xwe ya di sala 1956’an de.

Meyan Xatûn, mînakeke herî li pêş û balkêş bû di nav civaka êzidî de. Li gel ku neçûbû dibistanê, bê xwendin û nivîsandin bû jî, Meyan Xatûn rojeva cîhanê baş dişopand, der barê guhertinên cîhanê de têgihîştî bû. Li ser vê zanebûnê bi dîplomatên Brîtanyayê û yên din re karê dîplomasiyê û hevdîtinan jî dimeşand.

Rola jinan di parastina baweriyê de

Pîrozgehên baweriya êzidî heya niha armanca dewleta tirk in ku dixwaze bi hemû rê û rêbazan hebûna vê civakê li herêma Rojhilata Navîn tune bike. Li ser vê yekê jinên êzidî derketin pêş û li hemberî hewldanên tunekirina xirabkirina mezarên êzidî sekinîn û mezar parastin.

Di civaka êzidî de, hinek jin hene ku zewac ji bo xwe qedexe kirine û jiyana xwe xistine xizmeta parastin û paqijkirina mezargehan. Ji van jinan re ‘Micewera Laleşê’ ango ‘Xizmetkarên Laleşê’ û ‘Dayik’ tê gotin û cihê wan taybet e.

Xatûna Fexrê, Xecîce û Stiya Ays

Ji bo wefedariya bi van jinan re, jinên êzidî her sal, di çarşema yekem a meha mijdarê de li gorî ‘Teqwîma Kurmancî’ ‘Rojiya Xatûna Fexrê’ digirin.

Li bajarokê Xankê yê herêma Dihokê ya başûrê Kurdistanê mezarek bi navê ‘Xatûna Fexrê’ heye, jinên êzidî ziyareta mezar dikin û ji xweda û Melekê Tawisê re dua dikin.

Bêrîvan sembola jinên êzidî ye

Şehîda êzidî Bêrîvan ango navê rast Binevş Agal, êşa dûrbûna ji welat kêşa û ji bo rizgarkirina gelê xwe ji hovîtiya dagirkeran kedeke mezin da.

Binefş Agal, sala 1966’an li bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê tê dinê. Wekî bi hezaran jinên kurd piştî derbeya 12’ê Îlona 1980’an li Tirkiyeyê tevî malbata xwe ji welatê xwe Kurdistanê dûr dikeve û li Almanyayê bi cih dibe. Bêrîvan têkoşîna xwe ya dozê li wir dimeşîne. Di sala 1984’an de bi komeke têkoşerên kurd re li bajarê Hanoverê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê xwepêşandanekê li dar dixin.Bi armanca berdewamkirina têkoşînê û bi taybetî birêxistinkirina jinên kurd sala 1985’an yekem car derbasî Rojava dibe. Li vir jî roleke girîng di birêxistinkirina jinan de dilîze.

Bêrîvan, piştî têkoşîneke mezin li gelek herêmên Kurdistanê di 18’ê çileya 1989’an de ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve tê girtin û di bin îşkenceyê de şehîd dibe. Şehîd Binefş Agal “Bêrîvan” bûye sembola jinên êzidî. Bi sedan malbatên ji bo bîranîna wê navê wê li zarokên xwe kirine. Her wiha gelek têkoşerên êzidî navê Bêrîvan hilgirtine. Ji wan jî şervana YPJ’ê Bêrîvan Fazil bû ku di sala 2013’an li hemberî êrîşên çeteyên Cebhet El Nusra li Serêkaniyê şehîd bû.

YJŞ’ê mîrateya şehîd Bêrîvan e

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir. DAIŞ’ê di vê êrîşê de bi hezaran êzidî kuştin û bi hezaran jin û zarok jî revandin. Ji bo tolhildana gelê êzidî di serî de jin, jinên êzidî di sala 2015’an de Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ragihand.

Şervanên YJŞ’ê di rizgarkirina gelek gundên êzidî de cih girtin û bi dehan jin û zarokên êzidî ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha ji bo tolhildana jinên êzidî yên ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, beşdarî pêngava rizgarkirina Reqqayê bûn.

Di têkoşîna li hemberî çeteyan de hejmareke jin jî mîna Bêrîvan, Besê, Xanê tev li karwanê şehîdan bûn.

Dikarî Biecibînî