‘Pêşangeha Şopdarên Rojê’ hat vekirin

https://www.e-rojname.com/upload/resimlerimages/2%20%E2%80%98P%C3%AA%C5%9Fangeha%20%C5%9Eopdar%C3%AAn%20Roj%C3%AA%E2%80%99%20hat%20vekirin%20(2).JPG

 

Jinên wênekêşên ‘Pêşangeha Şopdarên Rojê’ diyar kir ku jina wênekêş şopedara rastî û heqîqeta tekoşîna jinan e, ew ê hebûna dîroka jinan û berxwedana wan bi pênûs û kamereya jinan bidin nasandin

Pêşangeha wênekêşiyê ya bi navê ‘Şopedarên rojê ‘ li navenda Aram Tîgran a Çand û hunerê ya bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkêlegê ya bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Qamişloyê ji aliyê wênekêşên YPG û YPJ’yî ve hat vekirin. Dê jinên wênekêş her roj li bajarekî

pêşangeha xwe pêşkêş bikin.

Di pêşangehê de 100 wêne ji hemû kêliyên jiyan û berxwedana şervanan hatine hilbijartin. Di nav van wêneyan de jî herî zêde wêneyên Şoreşa Jinan ên wekî jinên şervan, dayik û zarok derdikevin pêş. Girêdayî mijarê jinên wênekêş ku tev li pêşangehê bûne nirxandin kirin û wiha gotin: “Jina wênekêş bi kemereya xwe rola jinan û hebûna wê di pêşengiya civak û şoreşan de mayînde dike.”

Kêliyên berxwedanê nîşan didin

Jiyan Xelîl ku bi wêneyên kişandine tev li pêşangehê bû, anî ziman ku armanca wan ji van wêneyan ew e ku kêliyên berxwedan û têkoşîna jinan di nav civakê de bidin nîşandan û wiha got: “Armanca me ne ew bû ku em bi rêya vê pêşangehê heqîqeta jinan û rastiya wê derbixin holê. Wêneyên me bi kameraya jinan hatine kişandin û me xwest ku em bi çavê jinan êş û xweşiya jinan bidin nîşandan. Di wan kêliyan de carna kêfxweşî û carna jî nexweşî hebû. Ji ber vê em dibêjin ku jina wênekêş şopdara rastî û heqîqeta jinan e.”

‘Em ê dîroka xwe binivîsîn’

Her wiha nivîskar ‘Şopdara rojê’ Henan Reşko ku tev li pêşangehê bûye ev tişt vegot: “Wekî nivîskara pirtûkên berxwedana şervanan ez beşdarî vê pêşangehê bûm, rastî pirtûkên me jî hemû çîrok in. Çîrokên me jî hemû li ser şervanên jin bi taybetî jinên ku cihê xwe di berxwedanê de girtine ne. Hemû çîrokên me ji devê jinên berxwedêr hatine girtin. Têkoşîna jinan di dîrokê de gelek kêm hatiye nivîsandin û ya hatiye nivîsandin jî bi destên mêran hatiye nivîsandin. Lê em jin êdî em ê bi xwe dîroka têkoşîna xwe binivîsin.” QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî