Meclisa Karkerên Jin hat avakirin

Meclisa Jinan ku bi têkoşîna li dijî cînayet, tundî, tacîz û neheqiya li ser jinan tê meşandin nav û dengê xwe belav kiriye, ji bo pirsgirêkên jinên karker ên di bin krîza aborî de dijîn çaraser bike, xebatên meclisa jinên karker da destpêkirin. Jinan têkildarî avakirina Meclisa Jinên Karker daxuyaniya nivîskî da.

Meclisê diyar kir ku her krîz kûr dibe kesên ji kar tên avêtin jî zêde dibin û wiha got: “Yên ewil ji kar tên avêtin jin in. Kapîtalizm dê jinan bişîne malê û hemû karê bê wesîfe yê malê têxe stuyê jinan. Dê jinan bi karê malê bê kar bihêlin û wan bêtir bê hêz bikin. Em destûr nedin dijminantiya kedê û dijminantiya jinan. Em hemû jinên hilberîner bibin yek û bi hevre têbikoşin. Em meclisên jinên karker ava bikin û xwe bêtir bi rêxistin bikin. Jinên ku bi heq kar dikin, ji bo mafê xwe biparêzin divê berî her tiştî berê xwe bidin Meclisê Jinên Karker. Herî zêde em pirsgirêkan dizanin û yê herî baş biryara çareseriyê bide jî em in. Divê em li kargerî, fabrîqe û hemû qadên kar bibin yek û bi hevre têbikoşin. Em bi hevre Meclisên Jinên Karker ava bikin û bi hevre ji bo mafên xwe têbikoşin.” STENBOL

Dikarî Biecibînî