Bi pêşengiya jinan dîrok hat nivîsandin

 

 

 

 

 

 

Jinên Şehbayê  li ser serkeftina Şoreşa Rojava nirxandin kirin û diyar kirin ku di şoreşa Rojava de bi pêşengtiya jinan dîrok hatiye nivîsandin. Jinan got ku jinên kurd  berxwedana xwe ji jinên cîhanê re bûne pêşeng

Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan heta roja me ya îro hat û li cîhanê wek şoreşa jinan tê pênasekirin. Jin dîroka xwe jinûve nivîsandin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Eyşe Xezine û Berdevka Komîteya Jinan a Herêma Efrînê Şêrîn Hesen pêşengtiya jinan di şoreşa Rojava û Berxwedana Serdemê ya Efrînê de nirxandin. Jinan diyar kir ku Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengitiya jinan hat kirin, mînakên wekî Arîn Mîrkan derxistiye holê û pêşengtiya jinên Efrînê jî di Berxwedana Serdemê de destanan nivîsandiye.

Jin hîn li ser pêyan e

Eyşe Xezine diyar kir ku çawa jin bû pêşenga şoreşa Rojava di berxwedana serdemê de jî bû pêşeng û wiha got: “Her tim a ku nîvê civakê bi rêve dibe jin e. Piştî şoreşa Rojava êdî jinan civak bi temamî bi rê ve bir. Jina ku bi felsefeya Rêber Apo xwe û dîroka xwe nas kir, fêr bû ku dê çawa têkoşînê bide.”

Di axaftina xwe de Xezîne anî ziman ku mînaka wan jinan jinên Efrînê ne û destnîşan kir ku çawa Arîn Mîrkan li Kobanê canê xwe feda kir û ji cîhanê re îsbat kir ku tu kes nikare hêza jina kurd bişikîne, li Efrînê jî Barîn Kobanê û Avêsta Xabûr bûn mînaka Arîn û wiha domand: “Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ji dema ketine Efrînê bi êrîş û propogandeyên xwe dixwazin hêza jinan biçûk bikin û îradeya wê biçewsînin. Lê li hember hemû kiryarên qirêj jinên Efrînê dev ji têkoşîna xwe bernedan û heta niha jî li ser pêyan e.”

‘Bûn pêşengên jinên cîhanê’

Berdevka Komîteya Jinan Şêrîn Hesen jî got ku li ser şoreşa Rojavayê re 7 sal derbas bûye û jin di her qadê jiyanê de îradeya xwe nîşan dane û ev tişt vegot: “Van jinên ku di hemû qadan de rola xwe lîstin bi taybetî jinên Efrînê bûn. Ji ber jinên Efrînê xwe li ser ramanên Rêber Apo perwerde dikirin, di Berxwedana Serdemê de jî bûn pêşeng.”

Her wiha Hesen diyar kir ku jinên Efrînê di berxwedana Serdemê de kêlî bi kêlî dîroka jinan nivîsandine û bi berxwedana xwe bûne pêşengên hemû jinên cîhanê. ŞEHBA

Dikarî Biecibînî