Desthilat jin û zarokan hedef girtiye

Rojnameger Încî Hekîmoglu polîtîkayên rejîma AKP’ê yên derbarê jin û zarokan de nirxand û diyar kir ku hewl tê dayîn civakek îslamî ya serî ditewîne û radîkal bê avakirin.

Hekîmoglu destnîşan kir ku piştî 12’ê Îlonê şûn de serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hewl daye bibe lîderê nifşa kesk a Rojhilata Navîn. Hekîmoglû diyar kir ku di çarçoveya vê projeyê de Erdogan bi taybetî jin û zarok hedef girtiye û wiha got: “Tarîkatên ku AKP piştgiriyê dide wan li taxên derveyê bajaran jî bi lez xwe bi rêxistin dikin. Ev tarîkat bi qasî ku dikarin deynê qerta krediya şêniyên taxê bide, xwedî hêz in. Meleyên ku dewletê peywirdar kirine bi qanûnan tên xurtkirin. Ev hemû jî armanc dikin ku jinan ji qada aborî û civakî dûr bixin.”

Bal kişand asta perwerdeyê

Di berdewamê de Hekîmoglu bal kişand ser asta perwerdehiyê û axaftina xwe wiha domand: “Bi dehan carî gotin ‘hewcedariya vî welatî bi şagirtan heye’. Niha jî zarokên wan li dibistanên herî baş ên derveyê welat dixwînin û zarokên xizanan jî neçarî Îmam Hatîban dikin. Zarokên ji wir mezûn dibin hem ji xwendina xwe tiştekî fêm nakin û hem jî di formata olî de derbas dibin.”

Her wiha Hekîmoglu da xuyakirin ku dewletê li bajarên kurdan qeyûm tayînî şûna hevşaredaran kiriye û bi tayînkirina qeyûman re jî ewil saziyên jinan hedef hatine girtin. ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî