Jin di qonaxa avakirina şoreşekê de ne

Encamnameya Konferansa Jinan a li Frankfûrtê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de ev peyam hat dayîn: “’Em diyar dikin ku ji bo azadiya her yekê ji me û azadiya me hemûyan em ê têkoşînê bi hev re bidomînin. Em radigihînin ku em di qonaxa avakirina şoreşekê de ne.”

Di 6-7’ê cotmehê de bi beşdarbûna zêdetirî 500 jinên li seranserî cîhanê bi dirûşma“Şoreş di qonaxa pêkhatinê de” ya Tora Jinan Siberojê Dihûne ku li Zanîngeha Goethe ya li  Frankfûrta Almanyayê 1’emîn Konferansa Jinên Navneteweyî hat lidarxistin. Encamname hat aşkerakirin.

Di encamnameya konferansê de hat destnîşankirin ku gelek rûyên şer hene ku li dijî jinan tê birêvebirin û ev tişt hat parvekirin:“Bi rêyên nijadperest, mêtingeriyê, kapîtalîzmê û rêyên cuda tifaq têne avakirin; carê yên ku dijminahiya jinan dikin û ji bo desthilatdariya zilam seferber dibin û ji bo wê xwezayê qetil dikin ev rewş car car di Erdogan, Dûterte, Mondî, Pûtîn û Trûmp de jî xuya dibe. Bi heman şêweyî li El Salvador, Gûatamala û Hondûrasê çete hene.”

Di encamnameyê de ev tişt hatin gotin;“Li Afganistanê torên şer hene. Li Îranê dadgehên dewletê yê cezayê darvekirinê li dijî jinan pêk tînin hene. Li Ewropa û Dewletên Yekbûyî dewriyeyên sînor hene. Li Ewropa û hem jî li Afrîqayê bazirganiya jinan heye. Li Rojhilata Navîn jî DAÎŞ û çeteyên cîhadîst ên wiha hene. Li her derê cîhanê kapîtalîstên ku keda jinan dixwin hene, bi dehan leşkerên bi pere yên jinan dîl digrin hene. Dewlet û dadgehên ku faîlên jinan diparêzin û jinan ceza dikin hene.”

Li her derê têkoşîn didome

Di enncamnameyê de tê ragihandin ku tevî van êrîşan jî têkoşîna jinan didome û wiha tê gotin: “Yên ji bo mafên mirovan dixebitin, femînîst, şervanên jin, siyasetmedar û aktivîst hene. Li Yemenê tevî hemû mercên nebaş jî jinên ku dixwazin zarokên wan bijîn hene. Li Misirê hem li dijî olê û hem jî li dijî dîktatoriyê jinên ku têdikoşin hene. Di nav civaka êzidî de jî tevî destavêtin û zextan jî jinên ku dixwazin li ser lingan bimînin û kesan rizgar bikin hene. Li Balkanan jinên ku dixwazin aştiyê bînin civak û cîhanê têdikoşin hene. Li Arjantînê jinên ku yekitî û rêxistin ava kirine hene. Koçberên Sûriyeyî, Lîbyayî, Amerîkaya Navîn û Rojhilatê Afrîqayê ku dixwazin malbatên xwe bigihînin cihên ewle hene. Jinên Zapatîsta yên ku dixwazin li her herêmê têkoşîn û avakirinê pêk bînin hene. Li Rojava jî jinên şoreş ava kir û ji cîhaneke din re bûne pêşeng hene.”

Dê têkoşînê bi hev re bidomînin

Di encamnameyê de herî dawî hat destnîşankirin ku divê jin dest bi avakirina Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê ya Jinan bikin û vê konferansê bikin gava pêşî ya vê torê û ev peyam hat dayîn: ”Em diyar dikin ku ji bo azadiya me hemûyan em ê têkoşînê bi hev re bidomînin. Em ê destûrê nedin ku tu jin birîndar bibe. Têkoşîna me ya li dijî zordestiya zilam wê bi ser bikeve. Em ê saziyên civaka nû û azad ava bikin. Em radigihînin ku em di qonaxa avakirina şoreşekê de ne. Krîza kapîtalîzmê encama têkoşîna me ye û niha wê fersenda dîrokî dide ku em vê serdemê bikin sedsala jin û gelan.” BRUKSEL

Dikarî Biecibînî