Hikûmeta Swêdê xelat da têkoşera mafê kurtajê

Hikûmeta Swêdê xelata ku ji bo bîranîna dîplomat Per Anger dide îsal da Teodora del Carman Vesqûez a El Salvadorlê ku ji bo mafê kurtajê têdikoşe.

Saziya dewletê ‘Forma Dîroka tê Jiyîn’ daxuyanî da û ragihand ku Vasqûez li El Salvadorê ku yek ji welatên herî muhafazakar e, ji bo ku mafê kurtajê yê jinan têkoşiyaye, hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Vasqûez êşeke takekesî veguherandiye hêzekê û li welatê xwe bûye hêviya jin û keçên ciwan.

10 sal û 8 mehan girtî ma

Vasqûez ku sala 1983’an ji dayik bûye, di 2007’an de li fabrîqaya ku dixebitî bi ser hişê ve çû û ji ber vê zaroka Vasqûez a 9 mehî ji ber çû. Lê polîsan bi sûcê ku bi zanebûn zarok kuştiye, ew kir girtîgehê.

Dadgehê jî ji ber sûcê cinayetê 30 sal cezayê girtîgehê da Vasqûez. Vasqûez piştî ku 10 sal û 8 meh di girtîgehê de ma, di encama kampanyaya rêxistinên mafên mirovan û jinan de meha sibata 2018’an de serbest hat berdan.

25 jin ji ber sûcê kurtajê girtî ne

Vasqûez piştî ku ji girtîgehê derket ji bo mafê jinan ê kurtajê were naskirin û jinên ku ji ber kurtajê di girtîgehê de ne, bên berdan, kampanya da destpêkirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Efûyê ya Navnetweyî li El Salvadorê 25 jin ji ber sûcê kurtajê di girtîgehê de ne.

Bi tu awayî mafê kurtajê tune ye

El Salvador yek ji welatên muhafazakar ên cîhanê ye ku bi tu awayî mafê kurtajê nas nake. Bi tu awayî mafê kurtajê nîn e; ev maf ji bo jinên ku tên tecawizkirin  û ducanî dibin û yên ku zarokên wan li ber mirinê ne jî tune ye.

Cotmeha 2016’an komek parlamenter ji bo mafê kurtajê di hin şert û mercên diyar de were naskirin, pêşnûmayek da meclisê lê nehat pejirandin.

Ji bo rakirina qedexeyê îmze

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo jinên ku ji ber kurtajê hatine girtin, werin berdan bi salan e helw dide. Di heman demê de ji bo hikûmeta El Salavadorê kurtajê serbest bike, kampanya têne kirin. Bi kampanyayê li 57 welatan heta niha 209 hezar îmze hatine komkirin û radestî hikûmeta El Salvadorê hatine kirin. STOCKHOLM

Dikarî Biecibînî