Kampanyaya jinan a #Metoo’yê vediguherîne

Sala borî di 15’ê cotmehê de hunermenda şanoyê Alyassa Mîlano li ser hesabê xwe yê twîtterê bang li jinan kir ku bila bi etîketa #Metoo (Ez jî) qala destdirêjî û tacîzê ku li dijî wan hatiye kirin, bikin. Ji her dera Swêdê û ji her pîşeyî jin tev li vê kampanyayê bûn. Jinan navê siyasetmedar, hunermend, rojnamegeran dan û diyar kirin ku van kesan jî tacîz û tecawiz kirine û ev kampanyayê deng da.

Rojnameya Aftonbladet, Televîzyona Dewletê ya Swêdê û TV4’ê li ser kesên ku bi tacîzê tên sûcdarkirin, lêpirsîn dan destpêkirin û kesên ku navê wan hatine îfşakirin, ji peywirên xwe îstîfa kirin.

Di salvegera kampanyayê de şîrketa lêkolînê ya bi navê Novûs diyar kir ku kampanyaya #Metoo rê li ber guherînê vekiriye û ji sedî 65 kesên ku tev li anketan bûne, diyar dikin ku guherîneke mezin pêk hatiye.

Li gorî lêkolînên giştî kampanya herî zêde li Swêd, Hollanda, Norwec û Îzlandayê deng vedaye. Stocholm

Dikarî Biecibînî