Artêş bûye ya hemû jinên cîhanê

Ji fermandarên YJA Starê Nalîn Dilpak diyar kir ku ew artêşa xwe mezintir dikin û got artêşbûna jinê bandora xwe ne tenê li jinên kurd û Rojhilata Navîn bandora xwe li hemû cîhanê kiriye û her diçê mezintir dibe

Yek ji fermandarên YJA Starê Nalîn Dilpak, li ser artêşbûna jinan ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Dilpak bi bîr xist ku di dema komê ya tevgera wan de, di destpêka partîbûnê de jin tev li nava refên şoreşê bûne û wiha got: “Bêguman pêwendiya vê derfetê bi jiyan,bîrdozî û felsefeya Rêber Apo heye. Hîn di destpêka şoreşa Kurdistanê de rol û mîsyoneke mezin ji jinê re hatibû dayîn. Jin di çarçoveya tercîha xwe de bi îrade, deng, nêrîn û hêza xwe cihê xwe di nava şoreşê de girt. Rêbertî bi rêya perwerdeyê em ji vê pêvajoyê re amade kirin û kir ku em rastiya ‘pêwîstiya we bi artêşbûna jinê heye’ bibînin. Ji aliyê jiyan û nêrînê ve zexteke giran li jinan dihat kirin û jin bê parastin bûn. Ger di fikir û nêrînê de parastin bihata kirin, diviyabû çek jî hebûya. Lê belê çek di destê jinê de nebû. Rêbertî ev pêwîstî dît û xwest çekeke xurt bide destê jinan.”

‘Destpêkê tirsên me hebûn’

Di berdewamê de Dilpak qala tirs û fikarên wê demê ya li ser artêşbûna jinan kir û wiha domand: “Dema Rêbertî artêşbûna jinan xiste rojeva me, em ketibûn nava tirs û fikaran ku ger em jin bibin xwedî artêş û mêr bi ser artêşbûna me de were, em ê çawa xwe biparêzin. Em di nava tirs û fikareke mezin de bûn. Destpêkê em ji ber artêşbûna xwe, ji xwerêvebirinê, ji hêza xwe, ji parastina xwe, ji nêrîna xwe tirsiyan. Gava ku Rêbertî artêşbûna jinan xiste rojeva me, bi rengekî veşarî em li ser van tirsên xwe diaxivîn. Gotinên ‘Gelo wê çi bi me bikin? Em ê êdî çi bikin? Wê kî me bi rê ve bibe, dema ku em bi serê xwe bimînin wê kî fermandariyê ji me re bike?’ ji tirsên dîrokî dihatin.”

Bandora artêşbûna jinê

Fermandar Dilpak got ku li gel tirs û fikaran jî artêşbûna jinan pêk hatiye û wiha pê de çû: “Em deyndarê Rêber Apo ne. Çawa ku di destpêka vî karî de tirseke mezin bi me re hebû, niha jî tirs heye ku tiştek bi serê artêşbûna jinê ve were. Em hewl didin xwe hîn mezin bikin û bi pêş ve bibin.”

Di axaftina xwe de Dilpak ragihand ku artêşbûna jinan bandora xwe ne tenê li Rojhilata Navîn di heman demê de bandora xwe li hemû cîhanê kiriye û got ku artêşbûna jinan wek sîwaneke wekheviyê dikare bê dîtin.

Fermandara YJA Starê Dilpak anî ziman ku artêşbûna jinê gihiştiye wê astê ku li her çar parçeyên Kurdistanê êdî dikare xwe biparêze û wiha axivî: “Artêşbûna jinê tevî ku kurdistanî ye, êdî bûye hêzeke parastinê ku hemû jin û gelên li Kurdistanê vedihewîne.”

‘Biryar û îdiayên me mezin in’

Her wiha di dawiyê de Dilpak diyar kir ku bila dost û dijmin zanibe ku êdî motîvasyona wan a şer cudatir e, ew artêşa xwe mezintir dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêzên me yên artêşê ku li Kurdistanê gav avêtin, mezin û berfireh bûn, êdî gav avêtine nava Rojhilata Navîn û pêş ve diçin. Li ku derê pêwîstî pê hebe li wir e. Li ku derê jinek hebe û bêje ‘Bibin dengê me’ hêzên me yên artêşê wê xwe li wir bi rêxistin bikin. Bila dilê gelê me û dostên me rehet be. Dijminê me jî bila baş bitirse, ji ber ku di dema nû ya şer de îdia û biryardariya me mezintir e. Pêvajoyeke şoreşê heye ku divê em xwe bigihînin; Yekîneyên Artêşa Jinê ya Rojhilata Navîn hene ku xeyala me ye û em dixwazin ava bikin. Asoya me berfireh e ji bo ku em li cîhanê belav bibin. Mîna ku Rêberê me di perspektîfa xwe de ji bo me got; ‘Em ê ne mîna berê bijîn, ne jî mîna berê şer bikin’.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî