Bibin beşek ji vê helbesta azadiyê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê û Koordînasyona PJAK’ê bi boneya salvegera şehadeta Bêrîtan daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat gotin ku ji bo bîranîna Bêrîtan jin ber bi artêşbûnê ve çûne û bûne hêza parastinê ya hemû jinên cîhanê. Di daxuyaniyan de hat gotin ku li hemberî îxanetê, Bêrîtan bûye xeta azadî û berxwedanê

Gerîlaya ARGK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 25’ê cotmeha 1992’an de nîşan da ku divê xeta şer û berxwedanê çawa be, teslîmî nokeran nebû û bi vî rengî tev li karwanê nemiran bû. Salek piştî şehadeta Karataş artêşbûna jinê hat ragihandin. PAJK, YJA Starê bi boneya salvegerê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de Karataş hat bibîranîn û artêşbûna jinan hat pîrozkirin.

PAJK’ê diyar kir ku Karataş bû dewama deng û banga tolhildanê ya Besê û Zarîfeyan û wiha hat gotin: “Ew bûye ruhê berxwedanê ku di her kêliyê de diherike nava rehên me. Eger em jiyana xwe bi têkoşînê didomînin, hingî em jî çend gotinan li helbesta azadiyê ya Bêrîtan zêde dikin. Bi navê Partiya Azadiyê ya Jinê em bang li hemû jinan dikin ku bibin beşek ji vê helbesta azadiyê.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir ku Gulnaz Karataş di kesayeta xwe de modela jinên milîtan ên artêşa jinan diyar kiriye û wiha got: “Weke hêzên YJA Starê em di serdemeke wisa de ne ku bi şerê li ser xeta Bêrîtan em ê ala azadiyê her bilind bikin. Em careke din soz didin ku em ê têkoşîna Bêrîtan li her devera Kurdistanê geş bikin.”

Di destpêka daxuyaniyê de YJA Starê di şexsê Bêrîtan de şehîdên meha cotmehê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr anî.

Fermandarî bi bîr xist ku artêşa tirk bi hevkariya PDK’ê 25’ê Cotmeha 1992’an li dijî tevgera azadiyê dest bi êrîşên tunekirinê tunekirinê kiriye û wiha got: “Hevrê Bêrîtan li dijî israr û êrîşên hêzên PDK’ê ji wan re dibêje ‘Hûn ji Başûr îxanetê li şoreşa Bakur dikin.” Heta fîşeka xwe ya dawî şer dike û ji bo dîl nekeve destê dijmin, destpêkê çeka xwe dişikîne, piştre jî xwe ji zinar diavêje.”

Kevneşopiya Zarîfe û Besêyan

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Bêrîtan bi ruhê Zarîfe û Besêyan bû remza berxwedanê û bi çalakiya xwe nîşan daye ku ew dewama kevneşopiya rûmet û azadiyê ya Besêyan e.

Her wiha YJA Starê ragihand ku ew xeta azadiyê û rûmeta berxwedanê ku di şexsê Bêrîtan de aşkera bû, weke pîvana bingehîn a artêşbûna jinan dibînin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bi vê mebestê dibêjin ‘Jina ku şer dike azad dibe, jina azad dibe xweşik dibe, jina xweşik dibe jê tê hezkirin’. Em careke din soz didin ku em ê têkoşîna Bêrîtan li her devera Kurdistanê geş bikin.”

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) jî di daxuyaniya xwe de di şexsê Bêrîtan de hemû şehîdên meha cotmehê bibîr anî û wiha got: “Hemû hevrêyên xwe ku ji bo pêşî li komploya li dijî Rêberê me bigirin bûn xelekek ji agir, bi rêzdarî bi bîr tînin. Komplo û tecrîdkirina Rêberê me dê bi rastiya berxwedanê ya hevrêyên me yên di vê mehê de şehîd bûn bê têkbirin. Hevrêya me Bêrîtan, di 25’ê cotmeha 1992’yan de nîşan da ku divê xeta şer û berxwedanê çawa be. Teslîmî nokeran nebû û bi vî rengî tev li karwanê nemiran bû. Ji bo bîranîna hevrêya me Bêrîtan, sala 1993’yan artêşbûna jinê hate ragihandin. Em li ser vê bingehê salvegera 25’an a artêşbûna me ya jinê li hemû jinan, gelê xwe û mirovahiya li azadiyê digere pîroz dikin.”

Rêya têkoşîna jinê vekirin

Koordînasyonê ragihand ku di nava şert û mercên giran ê şerê 25 salan de artêşa jinê bû hêz û pêşenga afirandina jiyana azad û wiha dom kir: “25 salên bihurî bû sedem ku artêşên azadiyê yên jinan li çar parçeyên Kurdistanê biafirin û şerê mezin ê jinê bê dayin. Hevrêyên me yên ku rêya têkoşîna jinê vekirin, serê xwe li ber wî dijminî rakirin ku her kesî serî li ber ditewand. Bi wêrekî, bêdudilî û heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin. Bi çalakî û şerê xwe rêya azadiyê vekirin. Li zindanan sir nedan, li îşkencexaneyan hatin şehîdxistin lê belê xiyanet li hevrê û doza xwe nekirin.”

Sekna herî radîkal

Di berdewamê de jî koordînasyonê ev tişt parve kirin: “Ev têkoşîna bêhempa bû sedem ku di nava gelê kurd de, di nava mêran de li ser nêrîna li jinê guhertin û şoreşek pêk were. Ev yek şoreşa bingehîn e ku di nava şoreşa Kurdistanê de pêk hat. Bi artêşbûna jinê re jinên ku li nava sînorên hezaran salî yên sîstema mêr hatibûn mehkûmkirin, daxwaz û îdiaya xwe ya azadiyê nîşan da û li djiî cîhana bi serweriya mêr dest bi têkoşînê kirin. Lewma sekna herî radîkal e. Bersiva jinê ya li pirsa ‘Divê mirov çawa bijîn?’ e. Îdeolojî, siyaset û azadiya jinê bi şerê li van çiyayan afirîne. Lewma artêşbûna jinê ne tenê amûreke leşkerî ye. Ji bo afirandina kesayet û nasnameya jinê, ji bo afirandina azadiya jinê bûye hêza bingehîn.”

Bang li hemû jinan kirin

Daxuyaniya Koordînasyona PJAK’ê wiha bi dawî bû: “Rastiya ‘Şer dike, ku şer dike azad dibe, ku azad dibe bedew dibe’ bûye navenda jiyanê û modeleke azadiyê derxistiye holê. Bêrîtan vegot ku rûmeta jinê û kurdayetiyê nabe ku radestî hûtên şaristaniyê û nokerên wê bê kirin û divê ev rûmet teqez were parastin. Ew rastî ye ku xiyanet û teslîmiyetê li ber wê serî tewand. Û bi şerê xwe raxist pêş çavan ku jinên kurd bi hêz in û têk naçin. Di kesayeta Bêrîtan de ne tenê berxwedana li dijî dijmin û qîrîna keçeke kurd a azad, her wiha mirov dikare pîrozmendiyên însanî, azadî, hezkirin, dilsozî û çîroka bêhempa ya mirovbûnê bibînin. Bi navê Partiya Azadiyê ya Jinê em bang li hemû jinan dikin ku bibin beşek ji vê helbesta azadiyê. Li dijî sîstema kujer û êrîşên wê yên faşîzan, xweparastin şertê bingehîn ê hebûnê ye. Em li ser vê bingehê bang li jin û ciwanan dikin ku berê xwe bidin qadên gerîla û xweparastinê û têkoşîna azadiyê li çiyê geş bikin. Bi wesîleya meha cotmehê, em careke din hemû hevrêyên xwe yên li dijî komployê û li her qada gerîla xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin, gelê xwe yên ku her tim li ser pêyan e û çalakiyan dikin silav dikin û dibêjin, azadiya welat, azadiya Rêbertî û jiyana azad nêzîk e.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî