Li ser çemê Firatê masîvaneke jin

Li ser çemê Firatê li bakurê Sûriyeyê, yek ji gundên biçûk ku bi rengê kesk hatiye xemilandin, gundê El Deba ye û nêzî bajarokê Sirînê yê Kobanê ye. Şêniyên wan gundan ji êlên El Emîrat in ku mezintirîn êlên ereb ên li bakurê Sûriyeyê ne.

Li gundê El Deba wekî gelek gundên din ne alav, avahiyên mezin û ne jî rêyên ziftkirî hene lê di aliyê xwezayî de yek ji cihên xweşik li Sûriyeyê ye û gelek darên sefsaf, serû û sinûbere û gelek darên zeytûn û hinaran lê hene.

Masîvanî jî ji pîşeyên sereke li wî gundî ye ku bi rêya wê debara xwe ya jiyanê dikin. Masiyên ku digirin, difiroşin bazirganan û bazirgan jî wan dibin bajar û bajarokan.

Jina bi navê Emşê Mihemed ku bi temenê xwe 50 salî ye, ev 33 sal e li kêleka hevjînê xwe masiyan digire û hemû bendên ku li ser jinan hatibûn ferzkirin, şikand.

Bi derketina rojê re dayika Emşê û hevjînê wê berê xwe didin çem û dest bi rakirina şebekeyê dikin. Piştî seatekê ji rakirina şebekeyê, dayika Emşê û hevjînê wê hejmareke masiyan digirin lê li gorî gotina wan ji ber hîn masîgir rêyên rast bikar naynin û bi rêya ceyranê masiyan digirin û ev yek jî dibe sedema hemû hêk biteqin, masî kêm bûne.

Her wiha ev gund wekî gelek gundên din di salên 90’î de ketiye bin avê û şêniyên gund koç kirine. Lê piştî ku bendava Tişrîn li ser çemê Firatê hate avakirin, hişt ku bi dehan gundên li derdorê winda bibin. KOBANÊ

Dikarî Biecibînî