‘Em ê destûr nedin ku siyaset bê jin bimîne’

HDP’ê hefteya borî li amedê bi komxebata rêbazên herêmî starta xebatan da. Yek ji xala komxebatê stratejiya tifaq û hilbijartinê bû. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê û berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, der barê xebatên HDP’ê de axivî

Taşdemîr diyar kir ku HDP ji kevneşopiya têkoşînek demdirêj tê û ya herî girîng jî wek bloka muxalefetê li dijî rêveberiya otorîter û faşîzan qada têkoşînê ye û wiha got: “Em armanc dikin ku zemînek tifaqa demokratîk a xurt bi partiyên siyasî û saziyên civakî re ava bikin. Bi pêşengiya jinan bi tifaqên berfireh bi ruhê seferberiyê em ê bi awayekî xurt bersivê bidin. Em ê destûrê nedin ku qada rêveberiyên herêmî bê jin bimînin. Em girîngiyê didin zemîna tifaqa demokratîk. Armanca me tifaqeke civakî ya ku stratejiya dê li gorî ruhê hilbijartinên herêmî ye pêk bê.”

He wiha Taşdemîr destnîşan kir ku armanca wan a din ew e ku bi berxwedan û piştevaniyê têkoşîna xwe mezintir bikin û şaredariyan hem ji qeyûm hem jî ji zîhniyeta wan paqij bikin. ENQERE

Dikarî Biecibînî