Dê gel di hilbijartinê de hesab bipirse

HDP’ê bi komxebata Rêveberiyên Herêmî ya li Amedê pêk anî starta xebatên hilbijartinê da. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî der barê nexşerêya jinan a di hilbijartinê de nirxandin kir û got ku wek hilbijartinên din di pêvajoyek ne ewle de dikevin hilbijartinê û got ku dê têkoşîna li dijî faşîzmê bidomînin.

Kemalbay bal kişand ser daxuyaniyên serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ên ku gotibû dê dîsa qeyûm tayîn bikin û wiha domand: “Serokkomar dibêje cihên neecibîne dê dîsa qeyûm tayîn bike. Ji 7’ê hezîranê heta niha şerê ku meşand encam neda. Bi tehdîda ku dîsa dê qeyûm tayîn bike peyamê dide partiya me. Em dikarin bêjin ku ji niha de winda kirine.”

Berdêla têkoşînê tê dayîn

Di axaftina xwe de Kemalbay destnîşan kir ku HDP ji bo gelê bindest têkoşînê dimeşîne û wiha pê de çû: “Ev têkoşînek wisa mezin û jidil e, niha bi hezaran kes li zindanan berdêla vê didin. Em bi taybetî li Kurdistanê li cihê ku qeyûm hene bi partiyên kurd ên cuda re xebatên tifaqê dimeşînin. Di vê mijarê de xebat û hevdîtinên me didomin.”

Hilbijartina hesabpirsînê

Kemalbay daxuyand ku ew têkoşîneke ku bi jinan re tevdigerin armanc dikin û anî ziman ku desthilatdariya Erdogan ev 16 sal e êrîşî jinan dike û wiha got: “Em li herêman dixwazin bi jinan re bên cem hev. Rêxistinên jinan di vê pêvajoyê de gelek birîn girtin.”

Her wiha Kemalbay herî dawî ev tişt anî ziman: “Niha krîza aborî heye. Ev krîz wê bi desthilatdariyê berdêl bide dayîn. Gel di hilbijartinan dê hesabê vê bipirse. Hilbijartinên herêmî hilbijartinên hesabpirsîna ji qeyûman e. Hilbijartin hesabpirsîna dayika Taybet û jêrzemînên Cizîrê ne.” ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî