‘Ji bo azadiyê li ber xwe bide’

Encamnameya 11’emîn civîna Meşa Jinan a Cîhanê (MJC) ya ku li Îspanyayê hat lidarxistin, aşkera bû.

Di ecamnameya MJC’ê de bi dirûşma ‘Li dijî faşîzm, dagirkerî, mîlîtarîzm, olperestî, kapîtalîzm û zayendperestiyê wê jin li ber xwe bidin û biguherînin’ aşkera kir ku wan biryarbûna xwe di civînê de derxistinye holê. Her wiha di encamnameyê de ji bo rêxistineke bi hêztir û berfirehkirina vê rêxistinê biryar hat dayîn. Biryareke din a girîng ku di civînê de hat wergirtin jî ew bû ku dê MJC ji bo azadiya Kurdistan, Filistîn û gelê ereb ê Sahrayê têkoşînê bide û li gel wan cih bigire. Jinan Koordînasyona Cîhanê ku hat hilbijartin jî da nasîn. Bernameya ku bi skeç, konser û meşê berdewam dike hat diyarkirin ku dê di roja dawîn a civînê de jin biçin serdana gundê jinan.

Her wiha piştî aşkerakirina encamnameyê di pêşengiya jinên serhildêr ên baskî û jinên ku tev li civînê bûn de bi dirûşma ‘Ji bo azadiyê li ber xwe bide û ji bo guhertinê bimeşe’ meşeke girseyî hat lidarxistin. MADRÎD

Dikarî Biecibînî