Berxwedana wan dê ji bo hemû karkeran bibe hêvî

Li hemberî derxistina endamên sendîkayê, gelemperiya wan jê jin bi giştî 132 karkerên Firmaya Kozmetîk a Flormarê ya li Herêma Sanayiya Organîze ya Gebzeya Kocaeliyê (GOSB) ji 15’ê gulanê heta niha li ber fabrîqeyê çalakiyê li dar dixin. Karkerên ku di saetên mesaiyê de çalakiyê pêk tînin, diyar kir ku dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Têkildarî mijarê karkera bi navê Nûrhan Guler anî ziman ku ev 14 sal in karkera Flormarê ye û ked daye û diyar kir ku ji 15’ê gulanê ve li ber xwe didin û wiha got: “Me tu carî coş, bawerî û biryarbûna xwe winda nekir. Piştgirî û piştevanî bêhtir hêzê dide me. Di çalakiyê de em rastî gelek astengî û zextan hatin. Lê tevî vê me dev jê berneda. Piştî rakirina OHAL’ê jî zext careke din zêdetir bûn. Bi rêya walî zext li ser me zêde kirin. Dest danîn ser amûrên me yên deng û pankartên me çirandin. Nehiştin ku em li ser peyarêyan jî rûnin. Lê çi dikin bila bikin dê nekarin me ji vê çalakiyê vegerînin.”

‘Dê serkeftina me bibe hêvî’

Di berdewamê de jî Guler destnîşan kir ku heta ku ew mafên xwe bidest bixin dê çalakiyên wan di zivistanê de jî bidome û wiha dom kir: “Em bi hêvî ne ku çalakiya me ji hemû karker û kedkaran re bibe hêvî û coş. Dê berxwedan û serkeftina me ji hemû karkeran bibe hêvî û bawerî. Ji ber vê jî em ê tevî hemû şert û mercan jî dê berxwedanê bidomînin.”

Her wiha karkera bi navê Zuhal Aktaş û Fîlîz Kiliç jî heman tişt anî ziman û daxuyand ku ew bawer dikin ku dê bi ser bikevin. KOCAELÎ

Dikarî Biecibînî