Jineolojî ji bo civakê rêya azadiyê ye

Endama Komisyona Jineolojiyê Sîmav Sofî anî ziman ku ew ji bo hişmendiya jineolojî li hemû cihan belav bibe têdikoşin û hewl didin bi rêya jineolojiyê pirsgirêkên civakê çareser bikin. Her wiha Sofî da zanîn ku jineolojî ji bo civakê rêya rizgariyê û avakirina jiyaneke azad e

Endama Komisyona Jineolojiyê ya bajarê Til Temirê ya Kantona Hesekê Sîmav Sofî der barê perwerdeya jineolojiyê de axivî û diyar kir ku jineolojî zanista civakê ye.

Sofî anî ziman ku ji bo hişmendiya jineolojiyê li hemû cihan belav bibe ew têdikoşin û wiha got: “Bi armanca avakirina nifşekî zana û bi ehlaq jineolojî girîng e. Em hewl didin ku hem jin hem jî mêr di mijara jineolojiyê de xwe bi pêş bixin. Heqîqet û famkirina jinolojiyê heqîqet û famkirina jiyan û civakê ye.”

 Jineolojî zanistiyê bi pêş dixe

Di berdewamê de Sofî da zanîn ku xwendekar bi dilxweşiyek mezin beşdarî waneyên jineolojiyê dibin û feyzek mezin werdigirin û wiha domand: “Nêrîna wan a jiyanê diguhere. Bi rêya jineolojiyê em hewl didin ku pirsgirêkên civakê çareser bikin. Loma pêdivî heye ku her kes jineolojiyê nas û fêm bike da ku jiyanek azad bê avakirin.”

Jineolojî avakirina jiyanek azad e

Her wiha Sofî destnîşan kir ku jineolojî wateya zanista jinan û fêmkirina xwezayê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema jineolojî bê naskirin dê jiyanek rast bê jiyîn. Ji bo wekheviyê û azadiyê pêwistiyek mezin e. Em dixwazin her jin û civak li mafên xwe xwedî derkeve û ji koletiyê bên rizgarkirin. Jineolojî rêya rizgariya ji koletiyê ye û avakirina jiyanek azad e. Divê di mijara jineolojiyê de mêr jî jin jî hestiyar tev bigerin. Çimkî jineolojî hem ji bo jinan hem jî ji bo civakê rêya ronî nîşan dide.” HESEKÊ

Dikarî Biecibînî