‘Keçên Rojê’ dê li Cenevreyê bê nîşandan

24’emîn Mîhrîcana Fîlman a Cenevreyê ya Navneteweyî dê 2’yê mijdarê dest pê bike. Zêdeyî 150 fîlmên li ser mijarên cuda dê li li mîhrîcanê werin nîşandan. Mîrîcan dê heta 10’ê mijdarê bidome û fîlm û lîstîkvanên gelek fîlman derkevin pêşberî temaşevanan.

Yek ji fîlmên li mîhrîcanê were nîşandan fîlmê Les Fîlles du Soleîl (Keçên Rojê) ye ku ji aliyê derhênera fransî Eva Hûsson ve hatiye amadekirin û qala têkoşîna jinên kurd a li Şengal û Rojava li dijî DAIŞ’ê dike.

Keçên Rojê cara yekem di 71’emîn Mîhrîcana Fîlman a Cannesê de hatibû nîşandan û gelekî bal kişandibû.

Her wiha derhêner Eva Hûsson di dema Mîhrîcana Fîlman a Cannesê de li civîneke çapemeniyê axivî bû û li ser fîlmê Keçên Rojê wiha gotibû: “Revandina jinên kurd a ji aliyê DAIŞ’ê ve, tevî vê dramê jî teslîmnebûna wan, berxwedan û têkoşîna wan a destanî gelekî bandor li min kir. Wan tu carî serî netewand, teslîm nebûn û têkoşîna wan a bêhampa ya li dijî zext û sîstema paşverû gelekî bandor li min kir. Daxwaza wan a ji bo têkoşînê mezin e. Berê xwe dane serketinê û dizanin ku serkeftin bi vê yekê dibe. Lewma bi ser dikevin. Ji ber vê yekê bandorê li her kesî dikin. Bandor li min jî kirin. Bi rêya vî fîlmî min xwest hêz, daxwaz û berxwedana wan nîşanî cîhanê bidim.” CENEVRE

 

Dikarî Biecibînî