Li Reqqayê kirasê reş çû azadî hat

Jinên Reqqayê der barê yekemîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe de axivîn û diyar kir ku jinên Reqqayê kirasên reş ên ku çeteyan ferz kiribû avêtine û yên azadiyê li xwe kirine
Bi boneya yekemîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ’ê gelê Reqqa, Tebqa, Minbic, herêma Firatê, herêma Cizîrê û Şengalê ev roj bi şahiyeke girseyî pîroz kir. Jinên ku tev li şahiyê bûn der barê rizgarkirina Reqqayê de axivîn û diyar kirin ku di nav salekê de Reqqa kirasê reş avêt û yê azadî û demokrasiyê li xwe kir.

Jina bi navê Xufran Ehmed anî ziman ku di nav salekê de jinên reqqayî hatiye asta bidestxistina azadiya xwe û wiha got: “A girîng jî ew e ku niha di warê fizîkî de azad in. Ji ber vê jî ev roj ji bo me pîroz e û îro Reqayê kirasê demokrasiyê li xwe kiriye û çarşefa reş ji xwe avêtiye.”

‘Jin ji zîndanên reş rizgar bûn’

Hevseroka desteya parastina Reqqayê Xod Îsa Elî destnîşan kir ku herî zêde ji bo jinên Reqqayê roja rizgarkirinê bi wate ye û ev tişt anî ziman: “Em vê rojê li tevahiya jinên Reqqayê pîroz dikin û em vê şahiyê diyarî jinên ku niha di çeperên de şer li ber xwe didin, dikin. Weke jinên ji Reqqayê ev roj ji bo me pir bi wate ye, ev roj tê wateya rizgariya me ji çeteyên DAIŞ’ê ku jin xistibûn zîndaneke reş. Çeteyan jinên Reqqayê tune kiribûn. Ji bo vê jî ev roj bi taybetî ji bo me jinan cihekî cuda digire.”

Reqqa bi jinan rizgar bû

Endama Rêveberiya Desteya Jin a Meclisa Reqqayê ya Sivîj Feyruz Xelîl jî got ku Reqqa bi jinan azad bû û dê bi jinan jî ava bibe û wiha domand: “Şahiya îro rengbûyîna jinên Reqqayê dide diyarkirin, ev kombûyîn ji bo me cejneke mezin e. Em ê bi pêşengiya jinan dê Reqqayê ji nû ve ava bikin.”

 ‘Soza me tunekirina DAIŞ’ê ye’

Herî dawî jî şervana YPJ’ê Mîtra Çiya jî ev tişt anî ziman: “Em di destpêkê de vê rojê pîroz dikin û bi taybetî jî silavên germ ji şervanên niha li dijî çeteyan şer dikin dişînin. Di vê rojê de soza me ew e çawa ku Reqqa bajarê xîlafetê bi pêşengiya jinan rizgar bû, em ê Dêrazorê jî bi pêşengiya jinan rizgar bikin” REQQA

Dikarî Biecibînî