Ji bo rizgarkirina jinên êzidî têkoşîna hevpar divê

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de dema ku êrîşî Şengalê kir bi hezaran jin revandin, li bazaran firotin û îşkence li wan kir. Hîn gelek jin di destên çeteyan de ne û aqûbeta wan ne diyar e.

Têkildarî mijarê jinên êzidî axivîn û xwestin ji bo êzidiyên ku hîn di destê çeteyan de ne têkoşîneke hevpar bê dayîn.

Jina bi navê Şemê Derwêş anî ziman ku ew ji bo xizmên xwe yên di destên DAIŞ’ê de ne rizgar bikin her di nava hewldanê de ne û wiha got: “Bi salan e ku dixwazin êzidiyan tune bikin. Bi hezaran êzidî qetil kirin û îşkence li wan kirin. Ev bê edaletiyek mezin e nayê qebûlkirin. Hêzên HSD’ê gelek êzidî ji destên çeteyan rizgar kirin û gelek jî hîn di destên çeteyan de ne û aqûbeta wan ne diyar e. Divê cîhan hesabê vê yekê bipirse.”

‘Em jiyanek azad dixwazin’

Hane Elyas da zanîn ku divê her kesên ku sûcên mirovahiyê dikin bên darizandin û ev tişt anî ziman: “Me gelek zor û zehmetî ji destên çeteyan kişandin. Berî ku çete êrîş bikin jî em bi gelek pêkanînên dijmirovî re rû bi rû man. Divê êdî neyartiya li dijî êzidiyan bi dawî bibe. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Em dixwazin ku êzidiyên ku hîn di destên DAIŞ’ê de ne bên rizgarkirin.”

Li dijî sûcên mirovahiyê têkoşîn

Her wiha Suad Hisên jî destnîşan kir ku ji bo kesên ku divê herkes ji bo kesên ku hin di destê çeteyan de ne bê rizgarkirin, seferber bin û ev tişt vegot: “Divê em hemû bi hev re li dijî sûcê mirovahiyê bisekinin. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî divê li dijî pêkanîn çeteyan bi seknek bihêztir bisekinin û ji bo êzidiyên ku di destên çeteyan de ne bên rizgarkirin hewl bidin.” ŞENGAL

Dikarî Biecibînî