Sekin û têkoşîna jinan bû sembol

Fermandara YPJ’ê Meryem Kobanê diyar kir ku di êrîşa Kobanê de di serî de jin gel ji bo hemû gelên cîhanê li ber xwe da. Her wiha Kongreya Star jî li Silêmaniyê semînerek li dar xist û got ku sekna jinên li Kobanê bû sembol

Yek ji Fermandara YPJ’ê Meryem Kobanê bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ser girîngiya Kobanê axivî.

Di axaftina xwe de Kobanê behsa rewşa beriya êrîşa li Kobanê kir û diyar kir ku jixwe beriya ku êrîş li Kobanê were kirin du salan di çemberê de bûye û wiha got: “Ji aliyê Haleb û Kantona Cizîrê ve çûn û hatin hatibû qutkirin. Wê demê berxwedanek bêhempe dihat meşandin. Dema ku êrîş kirin ji xwe re gelek hesab kirin. Digotin bajarek bûçûk e, erdnîgariya wê teng e, hejamara şêniyên li navenda bajar û gundên wê nagihe hezarî. Kobanê ne cihekî mezin e lê mirovên li ser wê erdnîgariyê dijîn xwedî ruhekî berxwedêr in.”

Fermandar Kobanê bal kişand ser armanca êrîşa li ser Kobanê û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê xwestine bi dagirkirina Kobanê ji xwe re di navbera Serêkanî û Kobanê de deriyek vekin û bi vî awayî çûn û hatina xwe hêsantir bikin.

Jin di çeperên pêş de bûn

Di berdewama axaftina xwe de Kobanê anî ziman ku bi taybetî di şerê Kobanê de jin di çeperên herî pêş de li ber xwe dane û wiha domand: “Dema çeteyan dest bi êrîşan kir wisa ji xwe re dihesiband dê di demek pir kin de bi dest bixin. Lê 134 rojan şerê Kobanê berdewam kir. Cîhan jî êdî ket vê zanebûnê ku keça kurd şervanên YPJ û YPG’ê tenê ji bo xwe şer nakin plana ku li ser vê erdnîgariyê hatiye fikirîn vala derdixin. Ev berxwedan ne tenê ji bo me kurdan hat meşadin xeterî li ser hemû neteweyên din jî hebû. Gelek rêhevalên me bi ruhê fedayî bi ser çeteyan de diçûn. Wek hevala Roza Kobanê, Hebûn, Jiyan Rojhilat, Zehra Penaber. Rêhevala li Kobanê ku despêkê çalakiya fedayî kir Rêvan bû. Gotinek wê hebû digot: ‘Heya ev çavê min ronahiyê bibîne ez ê xwe bikim mertalek nehêlim çeteyên DAIŞ’ê derbasî kolanên Kobanê bibin.’ Bi rastî dema li Kobanê şer dest pê kir dayikên li wir jî bi her awayî alikarî didan şervanan, xwarin ji şervanên di çeperan de çêdikirin. Gelek caran dayik dihatin digotin: ‘Em jî dixwazin di van çeperan de bi zarokên

xwe re berxwedanê bidin meşandin.’ Ev yek nîşaneya ku kedeke jinan a mezin di rizgarkirina Kobanê de heye.”

Piştgiriyên mezin hebûn

Kobanê raginad ku bi rizgarbûna Kobanê re şoreşa rojavayê Kurdistanê misoger bûye û wiha domand: “Berxwedana Kobanê ev yek da nîşandan; çi dibe bila bibe dê tu hêz nikaribe axa me dagir bike. Yên ku werin dibe rêya hatinê ditîbe, lê wê rêya vegerê peyda neke. Wê rastî berxwedaniyek qet nayê hizirandin were.”

Her wiha Kobanê bal kişand ser piştgiriyên ku ji bo Kobanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî gelê bakurê Kurdistanê pêl bi pêl herikîn ser sinorên Kobanê. Keç û xortên kurdan tu astengî nas nekirin xwe li sînor didan derbasî Kobanê dibûn. Her wiha ez bi minasebata vê rojê 1’ê Mijdarê di serî de li Rêber Apo û hemû gelê me yê dilê wan ji bo azadiyê lê dide, rêhevalên me yên bê ku dudiliyek bijîn li hemberî hemû zor û zehemtiyan têdikoşîn meşandin, pîroz dikim.” KOBANÊ

Dikarî Biecibînî