Qanûnên parastinê jî jinan naparêzin

Nûnera KCDP’ê Gulsum Kav bal kişand ser rapora Tirkiyeyê ku GRAVIO’yê aşkera kiriye û got tespîta ‘binê navînê’ ne rast e û divê xerab bê qebûlkirin. Her wiha Kav destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi tu awayî xala Peyamana Stenbolê ji bo parastina mafên jinan nayê bikaranîn

Koma Pisporên Çalakiya Li Dijî Şîdeta Nav Malê û Şîdeta Li Ser Jinê (GREVIO) ku saziya kontrolê ya Peymana Stenbolê ye, der barê Tirkiyeyê de rapora nirxandinê weşand.

Nûnera platforma ‘Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin’ Gulsum Kav rapora GREVIO’yê nirxand û diyar kir ku Peymana Stenbolê di 2011’an de di dema wezîra polîtîkayên civakî û malbatî Fatma Şahîn de hatiye îmzekirin û got ku yekem welatê îmze kiriye jî Tirkiye ye.

Kav destnîşan kir tevî ku peyman hatiye îmzekirin jî xalên wê li Tirkiyeyê pêk nehatine û rapora kuştinên jinan a divê hikûmetê bigirta, baş pêk neaniye û ji ber vê jî wan wek Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin ev rapor bi rêk û pêk girtine.

Di axaftina xwe de Kav da zanîn ku peymana Stenbolê berpirsyariyên mezin li rayedarên Tirkiyeyê bar dike û got ku peyman ji bo jinan pir girîng e û wiha domand: “Xala din a girîng vê peymanê dibêje ‘tehdît hebe divê tu biparêzî’. Qanûna me ya parastinê ya ku hat nûkirin jî li gorî ruhê vê peymanê hat amadekirin. Avêtina pêngavên wisa şênber kuştinên jinan kêm kir. Lê ne peymana Stenbolê û ne jî qanûna 6284’an pêk tê. Sê xalên peymanê li Tirkiyeyê pêk nayên. Xala 4’emîn jî dibêje ‘te hemû xal pêk anîn, lê jinan ji bo pêşerojê xurt bike.’ Di xala 4’emîn de jî bi awayekî şênber polîtîkayên xurtkirinê dixwaze. Lê Tirkiye bi tu awayî xalên pêk nayne.”

Nirxandinên raporê ne rast in

Her wiha Kav bal kişand ser rapora GRAVIO’yê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “GRAVIO beriya raporê bi muxatabên Tirkiyeyê re hevdîtin kiribû. Em wek platform tev li civîna li Parîsê bûn û me rastiyên kuştinên jinan pêşkêşî wan kir. Di encamê de rêxistinê rapora xwe aşkera kir. Ji bo Tirkiyeyê got ‘di bin navînê de ye’ ev gotin ji bo welatekî rewşek ne baş e. Bi salan bal kişand ser rewşa kareset û ji heyeta navneteweyî re ev got. Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetikirin. Ji ber vê gotina ‘di bin navînê de’ ne rast e. Li welatekî ku zarok ji bo rastî îstîmarê neyên teqlîdê mirinê dikin, ‘binê navînê’ be wê çi bibe, nebe dê çi bibe. Ev jixwe karaset e. Divê ya herî xerab bê qebûlkirin. Tu xala Peymana Stenbolê nayê bikaranîn û nuqteya ku em hatinê jî vê nîşan dide.” STENBOL 

Dikarî Biecibînî