Di her mercî de dê çalakî bidome

Berxwedan û çalakiya 132 karkerên bi hinceta endamê Sendîkaya Petrol-Îş’ê ne ji fîrmaya kozmetîkê ya Flormarê ya Herêma Sanayî ya Organîze ya Gebzeyê ji kar hatin derxistin, ji 15’ê gulanê heta niha li ber fabrîkayê didomînin. Jinên çalakger diyar dikin ku ew dest ji têkoşîna xwe bernadin.

Têkildarî çalakiyê berxwedêra flormarê Ayşe Ozturk axivî û diyar kir ku dê tevî şertên zivistanê jî çalakiya xwe bidomînin.

Çapemeniya alîgir rexne kir

Ozturk anî ziman ku çalakiya wan di kanalên neteweyî de nayê dîtin û wiha got: “Naxwazin me bibînin. Li wir têkoşîna kedê heye. Têkoşîna mirovan a ji bo vegerin karê xwe heye. Ji bo rewşa me baş bibe em bûn endamên sendîkayê. Ji ber em bûn endamên sendîkayê em ji kar derxistin. Gotin ‘endamê rêxistina derveyê qanûnê ne’. Sendîka di 52’emîn xala destûra bingehîn de heye. Qêrîna me ji bo têkoşîna nanê me ye.”

Her wiha Ozturk destnîşan kir ku dê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin û banga piştgiriyê li hemû jinan kir. STENBOL

Dikarî Biecibînî