‘Dixwazin civakeke nû li gorî xwe ava bikin’

Endama Piştevaniya Mor a Edeneyê Pelîn Songul Çîçek der barê sererastkirina nefeqeyê de ku hatiye rojevê, nirxandin kir.

Çîçek daxuyand ku bi qanûna nefeqeyê re dê jin di nav malbatê de bên hepskirin û wiha pê de çû: “Lê wek em dizanin destberdan bi tena serê xwe titşekî zehmet e. Tê zanîn ku jinên destberdanê tînin ziman tên qetilkirin. Ev rewşa li ber me wisa tê sekinandin, niha qanûna nefeqeyê derxistine. Ev jî aşkera nîşan dide ku pêşî li destberdanan berdin û jinan hepsê malê bikin. Dîsa ji aliyê dadger ve li gorî qusur, dê nefeqe bê teqezkirin. Qanûn jixwe dijberî jinan e. Her tim mêran diparêzin.”

Di dawiya axaftina xwe de Çîçek destnîşan kir ku bi vê sererastkirinê, di esasê de êrîşî tevgera jinan û destkeftiyên jinan dikin û wiha bi dawî kir: “Dixwazin li Tirkiyeyê civakek nû biafirînin. Vê jî bi rizandina civakê hewl didin pêk bînin. Dema vê rizandinê dikin, destkeftiyên jinan jî hedef digirin û dixwazin tune bikin.” EDENE

Dikarî Biecibînî