‘Em ê bi hêza xwe gel û axa xwe biparêzin’

Dewleta tirk a dagirker di van rojên dawî de dijberiya xwe li dijî kantonên Kobanê û Girê Spî zêde kirine û gundên nêzî sînor topbaran kirin. Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û yên YPG’ê êrîşa Tirkiyeyê bersivand û trimpêleke leşkerî li nêzî sînorê di navbera Kobanê û bakurê Kurdistanê de rûxand.

Girêdayî mijarê şervanên YPJ’ê diyar kir ku ew amade ne li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên bakurê Sûriyeyê li ber xwe bidin.

Şervana YPJ’ê Têkoşîn Kobanê diyar kir ku ew amade ne ku li hemberî hemû êrîşan axa xwe biparêzin û wiha got: “Em ê gelê xwe biparêzin. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin.”

Şervana bi navê Çêçek Minbic got ku dagirkeriya tirk nikare bi van êrîşên xwe tevliheviyê di navbera pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de derxe û wiha domand: “Em rê nadin dagirkeriya Tirkiyeyê ku destdirêjiyan li gelê me bike. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin.”

Her wiha şervana bi navê Şîraz Minbic diyar kir ku armanca dagirkeriya dewleta tirk hilweşandina herêmê û guhertina demografîk e û ev tişt anî ziman: “Em wek Yekîneyên Parastina Jin tu carî dagirkeriya li ser axa xwe qebûl nakin. Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe parastina gelê xwe bikin û li ber xwe bidin.” GIRÊ SPÎ

Dikarî Biecibînî