‘Evîna di bin kavilan de’

Nivîskar Fewziye Mirî piştî dûrbûna 4 salan vegeriya bajarê xwe Reqqayê û niha çîrokek bi navê ‘Evîna di bin kavilan de’ dinivîse. Fewziye di çîroka xwe de behsa pirtûkên xwe yên di bin kavilan ku çawa çeteyan malê wê vegerandibûn bargehek ku tê de zarokan fêrî cîhadê dikirin, dike.

Nivîskar Fewziye li bajarê Reqqayê ji dayîk bûye û niha 70 salî ye. Fewziye zewiciye li zarokên wê çênebûne. Di 30 saliya xwe de dest bi nivîsê kiriye. Weke gavek destpêkê kurteçîrokek nivîsandiye. Piştre komek kurteçîrok bi navê ‘Gola Têrbûnê’ nivîsandiye. Gelek berhemên Fewziyeyê yên nivîskî di asoyên wêjeya kurteçîrok, helbest, serpêhatî, lêkolîn de hene.

Dûrî mala xwe dimîne

Ji ber rewşa tenduristiyê û ji bo dermankirinê Fewziyeyê neçar maye ku biçe Tirkiyeyê. Fewziyeyê ji çavê xwe nexweş e. Hatiye payîn ku di hefteyekê de vegere lê ji ber şaştiyek tenduristî ew mecbûr maye salekê li nexweşxaneyê bimîne. Dema rewşa wê baş bûye jî, çeteyan bajarê wê dagir kir, ji ber wê 3 salan dûrî mala xwe maye.

Piştî rizgarkirinê vedigere lê…

Piştî 3 salan Fewziye biryara vegera Sûriyeyê dide û li Hemayê bi cih dibe. Piştî rizgarkirina bajarê Reqqayê ji aliyê şervanên HSD’ê ve Fewziye vedigere lê mala xwe kavil dibîne. Çeteyan mala wê weke cihê perwerdekirina zarokan li ser cîhadê bi kar anîne.

Fewziye di bin kavilên malan de gelek pirtûkên xwe dibîne. Loma biryar dide ku pirtûka bi nave ‘Eşqa di bin kavilan de’ binivîse. Di çîrokê de hezkiriya xwe ji nivîsandina çîrokan dişeysîne û çawa çeteyan ew mîrata wê ya çandî vegerandin kavilan.

Piştî wêranbûna mala nivîskar Fewziye, Meclisa Sivîl a Reqqayê xebatên restorekirina mala wê hildigirin ser xwe da ku Fewziye dîsa binivîse.

Biryardayîna nivîsandina pirtûkê

Her wiha têkildarî mijarê nivîskar ev tişt tîne ziman: “Binpêkirinên çeteyên DAIŞ’ê der heqê şêniyan de nikare bê ziman. Mirovahî û kevir wêran kirin. Dema min rewşa mala xwe dît û çawa pirtûkên min di bin kavilan de maye, min wê demê biryar da ku ez ê çîroka ‘Eşqa di bin kavilan de’ binivîsim, azar û êşên xwe di encama dagirkirina çeteyan ji bajarê xwe de rave bikim.” REQQA

Dikarî Biecibînî