Suleyman Soylu rastiya qetilkirina jinan berevajî dike

Ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên li hemberî jinan, jin her roj ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Hikûmeta AKP’ê jî hewl dide bi raporan qetilkirina jinan an veşêre yan jî bi rêjeyên herî kêm rastiyan berevajî bike.

Herî dawî Wezîrê Karên hundir Suleyman Soylu bi raporekê aşkera kir ku di sala 2017’an û 7 mehên ewil ên sala 2018’an de 393 jin hatine qetilkirin.

Piştî van daneyên ku Soylu parvekirin, Platforama ‘Em ê Kuştina Jinan Rawestînin’ daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku bi tu awayî daneyên ku Soylu parvekirine rastiyan venabêjin û rastiyan berevajî dikin. Platformê diyar kir ku di nava 19 mehan de 652 jin hatine qetilkirin. AMED

Dikarî Biecibînî