Peyama têkoşîna li dijî mêtingeriyê dan

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd ku tev li Yekemîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan bûbû, anî ziman ku hemû jinên cîhanê bi rengên xwe tev li konferansê bûne û got ku jinan li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê peyama têkoşîna hevpar da. Siwêd da zanîn ku divê hemû jinên cîhanê li dijî şerê taybet a li hemberî jinan bibin yek û têbikoşin

Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê Yekemîn Konferansa Navneteweyî ya Jinan a ‘Şoreş di qonaxa pêkhatinê de’ ya bi organîzasyona tora bi navê ‘Women weaving the future (Jin siberojê dihûnin)’ di 6-7´ê cotmehê de bi beşdariya 500 jinên ji seranserê cîhanê, hat lidarxistin. Di konferansê de jinan tecrûbeyên ji gelek welatên cîhanê anîn cem hev û nîqaş kirin. Bi taybetî di konferansê de jinan bal kişand ser şoreşa Rojava û şoreşa jinan a di nava tevgera azadiyê ya kurd de. Her wiha ji çar parçeyên Kurdistanê jî jin tev li konferansê bûn û behsa şoreşa jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê kirin.

Yek ji van jinan ku tev li konferansê bû berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd bû. Siwêd têkildarî konferansê axivî û anî ziman ku jin bi hemû rengên xwe yên cuda beşdarî konferansê bûn û got ku jinan peyama têkoşîna bi hev re ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê da.

Li dijî şerê taybet yekitî divê

Di axaftina xwe de Siwêd destnîşan kir ku hatina jinan a gel hevdu ji bo siberojek aram girîng e û wiha got: “Jin dema ku serî natewînin û serkeftî bin herî zêde bi êrîşên hovane re rû bi rû dimînin. Lê dema ku jin li gel hevdu bin û ji hev hêzê bigirin dê zû bi zû neyên çewisandin. Armanca me jî ew bû ku hemû jin bên gel hevdu û ji hevdu hêzê bigirin. Divê hemû jinên cîhanê bibin yek û li dijî tundiyê têbikoşin. Di kongereyê de hat ragihandin ku jin divê li dijî şerê taybet her dem bi hêz bin. Li dijî şerê taybet a li hemberî jinan yekitiya jinan pêwîst e.”

Konferans germahiyek çêkir

Siwêd diyar kir ku ew her dem li dijî kesên ku berjewendiyên xwe esas digirin têdikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi saya konferansê germahiyek di nava jinên cîhanê de çêbû. Me wekî jinên Rojava tecrubeyên xwe bi jinên cîhanê re parve kirin. Ji bo jin xwe bi rêxistin bikin û li dijî zîhniyeta baviksalar bikaribin xwe biparêzin ev konferans gavek girîng bû. Jinan peyama têkoşîna bi hev re ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê da.” QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî