‘Divê em tu carî li dijî êrîşan bêdeng nebin’

Amadekariyên çalakiyên 25’ê Mijdarê li her derê didome. Derbarê 25’ê Mijdarê de jinên Îzmîr axivîn û destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê ji ber îktîdarê tundî zêde bûye.

Sevîm Gormez anî ziman ku li Tirkiyeyê ji ber îktîdarê mafên jinan tune ye û zagonên ku tên derxistin jî hemû li dijî jinan e û got ku dê 25’ê Mijdarê wekî her jin dakeve qadê û daxwazên xwe bîne ziman.

Oyku Evrîm Kepenek jî diyar kir ji bo dawî li tundiyê bê divê platformên jinan zêdetir dengê xwe bilind bikin û divê jin tu carî ji bo mafên xwe bêdeng nemînin.

Hîn bêtir têkoşîn

Di heman mijarê de Leyla Edîz da zanîn ku li Tirkiyeyê jin hepsî malan tên kirin, azadiya wan tê binpêkirin û wiha got: “Divê jin li hemberî vê bi piştevanî tev bigerin. Divê em li hemberî zagon û daraza ku me hepsî malê, dayiktiyê û malbatê dike derkevin. Divê em bêhtir bibin yek û bi hev re têkoşînê bilind bikin.”

Her wiha Ayla Polat jî destnîşan kir ku tundî niziliye hemû qadên jiyanê û ev tişt vegot: “Ev ji ber îktîdarê ye. Çimkî naveroka rojeva Tirkiyeyê tundî e. Di demên dawî de herkes vê tundiyê hîs dike. Loma divê jin li hemberî tundiyê bêdeng nemînin.” ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî