‘Jin dê bi hev re hesab bipirsin’

 

Meclisa Jinan a HDP’ê hefteya borî bi rojeva hilbijartina rêveberiyên herêmî kom bû. Di civînê de li ser vîna jinan a di nava siyasetê de hat niqaşkirin. Di civînê de hat diyar kirin ku dê vîna jinê li kolan, kuçe, tax, navçe û bajaran bidin xuyakirin û ji bo ku vîna jinê li her derê çalak bikin dê têbikoşin. Meclisa Jinan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan jî plansazî amade kir. Meclisê biryar da ku beriya hilbijartina herêmî xwe amade bikin da ku tifaqa jinan ava bikin.

Têkildarî xebat û amadekariyên xwe yên hilbijartinê û 25’ê Mijdarê endama Meclisa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr nirxandin kir.

‘Em ê destkeftiyên xwe bistînin’

Taşdemîr diyar kir ku jin di rêveberiya herêmî û şaredariyê de 20 sal in xwedî tecrûbe ne û wiha got: “Zext û tundiya dewletê li dijî vê zanîn û tecrûbeyê ye. Dewletê êrîşî nirxên jinê kirin. Em dê li dijî van êrîşan di rêveberiyên heremî de ji nû ve şaredariyan bi dest bixin û destkeftiyên xwe ji wan bistînin.”

Taşdemîr anî ziman ku ji bo jinan rêveberiyên herêmî girîng in û wiha domand: “Li dijî sazibûna nijadperest û faşîst, avakirina demokrasiyê girîng e. Rejîm bi polîtîkayên zayendîparêz xwe motîve dike. Em dê li dijî van polîtikayên AKP’ê yên hişmendiya mêrê serdest, di hilbijartina rêveberiyên herêmî de ji nû ve li herêmê demokrasiyê biparêzin û xwe bi rêxistin bikin.”

‘Em dê feraseta mêr biguherînin’

Di axaftina xwe de Taşdemîr destnîşan kir ku şaredarî ji bo jinan ne tenê cih, erk û sazî ye û wiha lê zêde kir: “Em armanc dikin ku li dijî hiş û aqilê mêr ê ku jinê dîl digire, davêje hepsê, bedena wê teşîr dike, êrîşî destkeftiyê jinan dike û tune dike, têbikoşin û ev aqil û feraseta mêr rawestînin û biguherînin. Em dê kolan bi kolan, tax bi tax, bigerin û jinê di nava siyasetê de çalak û teşwik bikin. Em dê hemû jinan vexwînin têkoşînê. Ji keya heta hevşaredariyê di hemû astan de vîna jinê çalak bikin û bidin xuyakirin.”

Tifaqa raman û têkoşînê

Taşdemîr da zanîn ku ew tenê qala tifaqa namzetiyê nake, feraseta wan a tifaqê tifaqa ramanî û têkoşînê ye û wiha pê de çûn: “Divê hemû cudahiyên xwe em dê di nasnameya jinê de bibin yek. Em dê di nasnameya jinê rengê jinê de bibin yek û siyasetê bi pêş bixin. Ji ber ku em jin in em rastî êrîşan tên. Ji ber vê yekê divê em hemû jin bibin yek û bi hev re mafên xwe biparêzin.”

Her wiha Taşdemîr têkildarî 25’ê Mijdarê jî daxuyand ku dê çalakiyên wan îro dest pê bikin û heta 25’ê Mijdarê berdewam bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin bi awayekî hovane li her derê tên qetilkirin. Li dijî vê yekê pêdivî bi têkoşina îsyana jinan heye. Em dê bi dirûşma ‘Li dijî hişmendiya mêr û dewletê, bijî piştevaniya jinan’ dakevin kolanan. Em dê li dijî tundiya dewlet û mêran ku ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve tê pêşxistin berxwedana xwe xurt bikin.” ENQERE

Dikarî Biecibînî