Mekanîznameya parastina cewherî; TJA

Jinên kurd ji sala 1919’an ji Cemiyetî Tealî a Kurd heta Komeleya Jinên Demokrat a Şoreşger (DDKAD) a 1970’yî têkoşîna xwe mezin kirin û îro jî di têkoşîna azadiyê de rolek mezin dilîzin.

Jinên kurd ku li dijî pergala serdest a mêr serî hildan, bi taybetî li dijî DAIŞ’ê têkoşîn dan û di dîroka cîhanê de rûpelek nû vekir. Jinan ji bo avakirina jiyanek demokratîk di têkoşîna hat meşandin de pêşengî kir û îro jî pergala hevserokatiyê ku model tê girtin bi pêş xist.

Di encama têkoşîna jinên kurd de cara yekem di 2002’an de kotaya jinê pêk hat û di 2005’an de bi Partiya Civaka Demokratîk (DTP) re ji sedî 40 kotaya jinê pêk hat û her wiha li Tirkiyeyê jî wek partiya yekem a pergala hevserokatiyê pêk aniye jî derbasî dîrokê bû.

Ji DOKH’ê heta TJA’yê

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) di 2005’an de hat avakirin û yekemîn kongreya jinê di navbera 31’ê çile-1’ê sibatê de bi dirûşma ‘Bi meşa jina azad ber bi neteweya demokratîk’ pêk anî. DOKH’ê tevî hemû zext û astengiyan xebatên xwe berdewam kir.

DOKH ku bi salan xebat meşandin bi biryara ku girt di 2015’an de di bin sîwana Kongreya Jinên Azad (KJA) de hatin cem hev û di 1’ê sibata 2015’an de bi kongreya ku pêk anî bi modela rêxistinbûnê ya KJA’yê berdewam kirin. Jinan piştî ku KJA bi KHK’ê hat girtin di bin sîwana Tevgera Jinên Azad (TJA) de têkoşîna xwe meşand.

‘Dê jin bi ser bikevin’

Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan asta ku niha hatinê li ser mekanîzmaya parastina cewherî a jinan nirxand û diyar kir ku di roja îro de 3’yemîn Şerê Cîhanê tê jiyîn û wiha got: “Ev şer li dijî jinan hatiye îlankirin. Jinan li dijî polîtîkayên şer li bakurê Kurdistanê, li Tirkiye, Rojava û hemû cîhanê li ber xwe da û destkeftiyên xwe bi pêş xistin. Di vî şerê li dijî jinan pêk tê de dê jin bi ser bikevin.Yek ji welatên ku êrîşên dijwar li dijî jinan pêk tên Tirkiye ye. Sedema vê jî Erdogan û AKP ne. Me wek TJA’yê li dijî êrîşan xebat meşandin. Li ser vê axê yên herî zêde bûn hedefa êrîşên desthilatdariyê jinên kurd bûn.”

‘Em ne bêçare ne’

Gokkan di axaftina xwe de bal kişand ser gotin û pêkanînên desthilatdariyê ku jinan hedef digire û ev nirxandin kir: “Em di vê xalê de bi jinan re ketin piştevaniyê. Ji ber vê TJA bû hedefa desthilatdariyê. TJA bi têkoşîna ku bi salan e dide bû xwedî tecrubeyek mezin. Di alî olî de êrîşên mezin yên faşîst çêbûn. Bi van êrîşan hewl didin qada jinê teng bikin. Lê em ne bêçare ne. Têkoşîn û berxwedan ne bêçare ye.” Her wiha Gokkan herî dawî bal kişand ser 25’ê Mijdarê û diyar kir ku 25’ê Mijdarê di aliyê jinan de dîrokeke berxwedanê ye û got ku divê hemû jin xwedî li vê berxwedanê derkevin û piştgiriyê bidin. AMED

Dikarî Biecibînî