‘Em li dijî tundiyê li kolanan dibin bersiv’

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya hilbijartinên herêmî, girîngiya cihê jinan a siyasetê, greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentar KCD ya Colemêrgê Leyla Guven û 25’ê Mijdarê axivî.

Kaya diyar kir ku ew girîngiyê didin jinan a cihgirtina di hilbijartinên giştî û herêmî de û wiha got: “Hilbijartina herêmî ji bo jinan gelek girîng e. Divê jin di refên pêş de cih bigirin. Armanca me ew e ku em bi têkoşîna jinan qeyûman biqewirînin.”

Têkoşîn ji tundiyê re bibe bersiv

Di axaftina xwe de Kaya anî ziman ku li her qadên jiyanê tundiya mêr li ser jinan didome û got ku dê têkoşîna wan li dijî hemû cureyên tundiyê bibe bersiv.

‘Edalet ji bo me ne wekhev e’

Kaya bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û ev tişt anî ziman: “Edaleta desthilatdariyê ne alîgirê jinan, kurd û elewiyan e. Edalet ji bo me ne wekhev e. Enîs Berberoglu jî kesek bi vîna gel hatibû hilbijartin, dozên wî sekinandin û niha li meclisê ye. Ancax ji ber ku Leyla Guven jinek kurd e dewlet dixwaze wisa bide cezakirin. Di şexsê Abdullah Ocalan de behsa tecrîdê dike. Ev tecrîd li ser tevahiya girtiyan û civakê pêk tê û dixwaze li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike.”

Banga tevlêbûnê

Her wiha Kaya bal kişand ser 25’ê Mijdarê û bang li hemû jinan kir û ji jinan xwest ku roja 25’ê Mijdarê li dijî tundiyê dakevin qadan û wek her sal îsal jî dengê xwe bilind bikin. STENBOL

Dikarî Biecibînî