Amed îro starta 25’ê mijdarê dide

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de dê jin li her derê cîhanê dakevin qadan û li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin. Li Amedê jî bi pêşengiya Platforma Jinên Dîcle Amed (DAKAP) dê bernameyên 25’ê Mijdarê pêk bên. Starta xebatan dê îro li ber AZC Plaza a Ofîsê bê dayîn. Berdevka Demî ya DAKAP’ê Bahar Karakaş der barê bernameyan de agahî da û ev tişt got: “Di polîtîkayên der barê jinan de AKP sûcdar tê nîşandan. Belê destê AKP’ê jî tê de heye lê ev pirsgirêka pergalê ye. Bi hatina AKP’ê re tundî, tacîz û tecawiz zêde bûne.”

Karakaş anî ziman ku divê jin bi rêxistin tevbigerin û got ku di rojên pêş de dê bernameyê bi raya giştî re par ve bikin û banga ‘em li dijî tundiyê bibin yek deng’ li jinan kir. AMED

Dikarî Biecibînî