Jinên teslîm nebûne dîrokeke nû dinivîsin

Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku ev 2 sal in li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandira-Kocaeliyê ye, bi boneya 25’ê Mijdarê pirsên ajansa JINNES’ê bersivandin.

Yuksekdag diyar kir ku îro li Tirkiyeyê jin ji ber nasnameya xwe ya zayendî û hem jî ya siyasî di bin êrişeke piralî de ne û wiha got: “Têkiliya vê bi faşîzm, şer û binpêkirinê re heye. Lê bi OHAl’ê re ev dijwartir bû. Lê tevgera jinan li dijî vê serî netewand. Xuyaye ku têkoşîna azadî û maf a jinan qada xwe berfireh kiriye. Di vê pêvajoya ku tundiya mêr-dewletê li ser jinê zêde bûye de jinan ji hev hêz girtiye, bi hev re têkoşiyane û asta piştevaniyê bi pêş xistine. Jinan ji têkoşîna xwe encam wergirt.”

Li her derê tundî heye

Yuksekdag li Tirkiyeyê pergala daraz û hiqûqê di warê îdeolojîk û polîtîk heqeretê li jinan dikin û wiha domand: “Mêr ji bo serdestiya xwe ya li ser jinan pêk bîne tundiyê li jinan dike û qetil dike. Lê dewlet û daraza mêr, li şûna ku çareseriyê pêk bîne, dibe çavkaniya krîz û pirsgirêkê. Jinên ku parastina cewherî pêk tînin jî li dadgehan ceza tê birîn. Ev hemû jî nîşan dide darz çiqas siyasî û bi bîrdozî xwe bi rê ve dibe.”

Di berdewamê de Yuksekdag da zanîn ku tundiya dewlet û mêr li her derê li dijî hemû jinan e û ev tişt anî ziman: “Belkî em rasterast rastî tundiya dewletê tên û dertên pêş. Lê di şexsê me de mafê bi milyonan jinan tê binpêkirin û rastî tundiyê tên. Her wiha çavkaniya hemû tundiyan dîsa dewlet e. Em jî dizanin ku em li ser navê jinan di girtîgehê de ne.”

‘Em ê her bi hev re bimeşin’

Her wiha Yuksekdag da zanîn ku ruhê xwişkên Miralbel her roj wek perperokan di tevgera jinan de ji nû ve vedije û wiha bi dawî kir: “Tevger û hişmendiyek ya xwişktiyê ya global bi pêş ket. Niha jî, jinên ku teslîmê serdestiya mêr nebûn, ji nû ve dîrokê dinivîsin. Ne wek mexdûr, wek kesên hesab dipirsin, wê ev dîrok bê nivîsin. Em girtiyên jin yên siyasetmedar ên girtîgeha Kandirayê, dizanin ku tundî ji ku bê dê jin xwe biparêzin û hişmendiya azadiyê pêk bîne. Em ê ne tenê di 25’ê Mijdarê de her roj li gel hev bimeşin.” ENQERE

Dikarî Biecibînî