Divê jin bi ruhê xwişkên Mirabel dakevin qadan

Di sala 2017’an de li Colemêrgê saziya Yek Jin Yek Jiyan ji aliyê 5 jinan ve ji bo ku li dijî tundî û xwekujiyên jinan xebatan bimeşînin, hat avakirin. Alîkara serokatiya saziya Yek Jin Yek Jiyan Şehrîban Acar têkîldarî xebatan axivî.

Acar anî ziman ku armanca wan a sereke pêşîgirtina tundiya li ser jinan e û wiha got: “Me bi dirûşma Yek Jin Yek Jiyan dest bi xebatên xwe kir. Bi rastî armanca me ya sereke ew e ku em li herêmê pêşiya tundiyê bigirin. Her sal li herêma Colemêrgê bi dehan jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest didin. Li Colemêrgê desthilatdariya mêr pir zêde heye. Ji bo ku em bi jinên herêmê re li hemberî vê hişmendiyê li ber xwe bidin, me dest bi xebatan kir.”

Acar got ku ew ê li her qadê jiyanê xwe bigihînin jinan û bang li hemû jinan kir ku bi ruhê xwişkên Mirabel roja 25’ê Mijdarê dakevin qadan. COLEMÊRG

Dikarî Biecibînî