Jin li dijî tundiyê li qadan bûn

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Cîhanê ji bakur heta başûrê Kurdistanê, Rojava û bakurê Sûriyeyê û li Tirkiye û cîhanê jin daketin qadan û peyamên têkoşîna hevpar dan

Jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daketin qadan û banga ‘Ne tenê 25’ê Mijdarê her roj têkoşîn divê’ li hemû jinan kir.

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Êlihê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Aktîvîstên TJA, parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên jin amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta ‘Jin, jîyan, azadî’ vekir û di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da.

Îktîdar tundiyê dimeşîne

Di çalakiyê de parlamenter Ayşe Acar Başaran dorpêça polîsan şermezar kir û wiha got: “Li dijî jinan bi destê îktîdarê tundî tê kirin. Niha li vê derê 50 jin daxuyanî didin lê çar qat polîs li dora me kom bûne. Ev cureyeke tundiyê ye. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin.”

Başaran bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û ev tişt anî ziman: “Daxwaza Leyla Guven rakirina tecrîdkirina Ocalan e. Daxwaza wê daxwaza me ye û em li çalakiya Leyla Guven xwedî derdikevin.”

Çalakiya Guven hat silavkirin

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê li navçeya Silopiyayê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hevseroka HDP’ê ya Silopiyê Fatma Gunduz diyar kir ku her roj bi dehan jin rastî tundiya mêr tên û wiha got: “Mixabin pergala hêyî vê tundiyê rewa nîşan dide. Ji bo ev tundî bi dawî bibe divê jin ne tenê 25’ê Mijdarê her roj li qadan û kolanan bin. Divê jin her dem li dijî tundiyê li  qadan têbikoşin. Em Guven silav dikin û piştgiriyê didin çalakiya wê.”

Platforma Jinan a Dêrsimê li Qada Seyîd Riza daxuyanî da. Li ser navê Platformê Tuba Apaydin daxuyanî da. Apaydin destnişan kir ku bi hişmendiya “Jin û mêr ne weknev in” polîtîkayên dijminantiya jinê tê bipêşxistin. Apaydin diyar kir ku polîtîkayên ku AKP li ser jinê ferz dike qebûl nakin û wiha got: “Em dê li dijî vê polîtîka û tundiyê têkoşîna xwe mezin û xurt bikin.”

Li gelek bajaran çalakî

Platforma Jinan a Ahtamara ya Wanê jî bi heman armancê li Platforma Şaxan a KESK’ê kom bû û xwestin heta Parka Mûsa Anter a Aştiyê bimeşin. Lê polîsan destûr neda ku jin bimeşin. Piştî nîqaşek dirêj jin kom bi kom meşiyan Parka Mûsa Anter û Aştiyê. Li ser navê Platforma Jinan a Ahtamarayê Gulcan Kaçmaz diyar kir ku di serdema îktîdara AKP’ê de 13 hezar û 928 jin hatine kuştin û got ku dê tu carî vê ferasata ku jinan qetil dikin qebûl nakin.

Her wiha li Riha, Dîlok, Agirî, Colemerg, Mêrdîn, Enqere û Muglayê jî jin daketin qadan û li dijî her cureyên tundiyê banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Ji aliyê din ve bi heman armancî jin li Stenbolê jî daketin qadan. Lê polîsên AKP’ê tehemûlê jinan nekirin û êrîş kirin.Tevî hemû astengiyan jî jin li dijî tundiyê dengê xwe bilind kirin. AMED

Dikarî Biecibînî