Meclisa gundê Jinwar hate avakirin

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Gundê Jinwar ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de hate vekirin û dest bi xebatên rêxistinî kir û niha jî meclisa xwe ava kir.

Der barê mijarê de berdevka gundê Fatma Derwîş axivî. Derwîş diyar kir ku dê karê gund bi awayekî komunal bê kirin û wiha got: “Piştî gund hat vekirin jinên li gund bi awayekî hevbeş kar parve kirin. Wek karên parastin, çandinî, çêkirina xwarinê û hwd. ji aliyê jinên ku li gund dimînin ve hatine parvekirin. Meclis dê her hefte civîna xwe li dar bixe û her meh kom bibe û karên xwe biguherînin. Dîsa di heman demê de dê perwerdeya ji bo xwenasîna jinan bên dayîn û rewşa jinan tê de bê gotûbêjkirin.”

Her wiha Derwîş got ku di heman demê de deriyê gund ji bo gelê gundên derdorê jî vekirî ye, ew dikarin zarokên xwe bînin dibistana gund, ji firina gund nan bigirin û tev li perwerdeya gund bibin. HESEKÊ

Dikarî Biecibînî