Keybanûya bêtac û bêtext: Hunermenda nemir Eyşe Şan

Di nav kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, her tim dizê û naçike. Dengbêjên kurd bandorek mezin li Eyşe Şanê dikin, çimkî herdem dîwanxaneya mala bavê wê bi dengbêjên herêmên cur bi cur ên Kurdistanê tije bû

Heke sazûmanê civakê jin be, lazim e rista jinê di civakê de baş bê nasîn û zanîn. Jin dayik e, ziman e, nasname ye, çand û wêje ye, hem xweza ye, hem jî afirînera jiyana civakê ye. Civakeke bê jin û dayik nepêkan e. Rista jinê di çand û wêjeya kurdî de sereke ye û cihekî xwe yê taybet heye. Her kes ji dayika xwe hînî ziman dibe. Lorik û çîrokan ji dayika xwe guhdar dike. Stranên destpêkê ji dayika xwe guhdar dikin, dibihîzîn. Destpêka nasîna civak û xwezayê bi dayikê dest pê dike. Ango jin bingeha jiyanê ye. Hin jin hene di dîrokê de derdikevin pêş. Qeyde û qanûnên feodalî dişikînin. Ev jin mifteyên ku li ser jinê hatine xistin dişikînin, bi hêz û hunera xwe derdikevin pêş û mohra xwe li dîrokê dixin. Yek ji van jinan ku di hunera kurdî de cihê xwe girtiye jî Eyşe Şan e.

Eyşe Şan jineke kurd e, di cotmeya sala 1938’an de li Amedê hatiye dinê. Di zarokatiya wê de dengbêjî bala wê dikişîne. Meraqeke wê ya mezin ji dengbêjiyê re pêş dikeve. Lazim e mirov bi bîr bixe ku bavê Eyşe Şanê, Osman bi xwe jî dengbêjekî navdar bûye. Li dîwana bavê wê her tim dengbêjan stran gotine. Eyşe Şan jî her tim guhdarî denbêjan kirine û ev yek dibe sedem ku ji dengbêjiyê gelekî hez bike, dibe evîndara dengbêjiyê.

‘Ez her tim bi hesret dibêjim’

Dengbêjên kurd bandoreke mezin li ser Eyşe Şan kirine. Çimkî dîwanxaneya mala bavê wê her tim bi dengbêjan tije bûye. Li mala wan dengbêjan avêtine ber hev û strandine. Wê çaxê jî Eyşe Şanê li pişta deriyê dîwanxaneyê rûniştiye û li dengên wan guhdarî kiriye. Der barê vê yekê de Eyşe Şan wiha gotiye: “Erê, ez her tim bi hesret dibêjim, xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbekirê hebûya û ji me re qala wan şevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisan guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ez ê veciniqiyam.”

Rê li ber stranbêjiya wê vedibe

Roj tê rêya stranbêjiyê li ber Eyşê Şanê vedibe. Di sala 1958’an de Eyşe Şan, yekemîn car li nav civata jinan, stranên ku ji dengbêjan û bavê xwe hîn dibe, distre. Bala her kesî dikişîne ser xwe û bi heyraniyek mezin tê guhdarîkirin. Her kes ji dengê wê gelekî hez dike. Ji wê rojê û şûnde rê li ber stranbêjiya wê vedibe. Bi vî awayî hunermenda nemir, dest bi stran û kilaman dike. Bêguman ev rêya stranbêjiyê ya ku li pêşiya Eyşê Şanê vedibe bi astengiyan tijî ye. Di destpêkê de rastî nerazîbûna bav û birayên xwe tê. Bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê wekî gunehekî mezin dibîne. Dema ji bavê Eyşe Şanê bi xwe jî tê xwestin ku çend stranên xwe tomar bike, ew pêşniyaza plakkaran a ji bo amadekirina kasetekê napejirîne.

Jiyana ku nedixwest terikand

Ji bo pêşîgirtina stranbêjiya Eyşe Şanê,  malbata wê dixwasze ku Eyşê Şan bizewice. Eyşe Şan hêj 20 salî ye, li ser daxwaza bavê xwe bi Şewket Tûran re dizewice. Zewaceke bêyî dilê wê çêdibe. Tevî ku ew keçeka wan jî çêdibe, ew mêrê xwe li hev nakin û Eyşe Şan piştre diçe bajarê Dîlokê. Wê dev ji keça xwe ya sê mehî û merivên xwe berdabû. Êdî ew jiyana lê hatiye ferzkirin napejirîne. Li Dîlokê bi karê pînekirin û dirûtina kincên qetiyayî debara xwe dike. Eyşe Şan bi alîkariya Naîl Bayşû du salan li Radyoya Dîlokê bi zimanê tirkî stranan dibêje. Lê ji ber ku di dilê wê de evîna strana kurdî heye, wê ji radyoyê derdixin. Piştre Eyşe Şan diçe Stenbolê û cara yekemîn bi zimanê kurdî û tirkî stranên xwe tomar dike.

Naskirina welat û dengbêjan

Piştî demekê Eyşe Şan di sala 1972’an diçe Almanyayê û li bajarê Munsenê bi cih dibe. Li wir keça wê Şehnaz jiyana xwe ji dest dide. Piştî vê bûyera bijan, Eyşe Şan demeke dirêj dev ji xebatên hunerî berdide. Ji Almanyayê vedigere welêt. Di sala 1979’an Eyşe Şan diçe başûrê Kurdistanê. Li Duhok, Kerkûk, Hewlêr û Bexdayê bi hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tahsîn Teha, Nesrîn Şêrwan û hwd. re derdikeve ser dikê û stranan dibêje. Her wiha bi gelek kesayet û hunermendên kurd re, yên mîna Segvan Ebddulhekîm, Ebdulrehman Mizorî, Dr. Bedirxan Sindî, Resûl Gerdî û hwd. hevdîtinan pêk tîne.

Zext lê tên kirin

Wekî her huneremendeke kurd Eyşe Şan jî di wan salan de rastî zextên dewletê tê. Lewre kurdîtiya ku hatiye tunehesibandin û tunekirin bi rêya dengbêjan tê gotin. Haya civakê bi saya stran û kilamên dengbêjan ji zilm û qirkirinên dewletê çêdibe. Eyşe

Şan jî ji ev zextên dewletê para xwe digire. Dema Eyşe Şan ji başûrê Kurdistanê vedigere Tirkiyeyê, MÎT wê digire û aciz dike. Der barê vê yekê de Eyşe Şan wiha dibêje: “Çaxê ez vegeriyam Tirkiyeyê, wan ez girtim û pir heqaret li min kirin. Min got xweziya ez neçûbama Kurdistanê û ez poşman bûm. Wan ji min re digot ku tu karê kurdîtiyê dikî.”

Koça dawî

Ji sala 1979’an heta geşbûna şoreşa li Bakur, Eyşe Şan pir kêm xuya dibe û ji bo debara xwe jî di îdareya postxaneya bajarê Îzmirê de dest bi kar dike. Di Sala 1991’an, piştî reva kurdên Başûr a ji destê rejîma Baasê, kasetek derdixe û careke din bêdengiya salên dûr û dirêj dişikîne. Hunermenda navdar Eyşe Şan di 18’ê kanûna 1996’an de ji ber nexweşîna penceşêrê li Nexweşxaneya bajarê Îzmîrê çavên xwe li vê dinyaya gewrik digire. Dema Eyşe Şan li xerîbiyê mir,  nêzîkî deh kes beşdarî merasima veşartina cenazeyê wê bibin. Eyşe Şan du caran zewcîbû; niha du kur û keçeke wê hene.

[bs-quote quote=”“Derdê bindestiyê pir êş û eleman diafrîne û ger welatekî me yê azad hebûya dê gelê me jî bêhtir qîmeta nirxên xwe bizanîba, em ê bibin fedayê bindestiya gel û welatê xwe.”” style=”default” align=”center” author_name=”Ayşe Şan ” author_job=”Stranbêj” author_avatar=”https://e-rojname.com/wp-content/uploads/2018/12/abstract-portrait-of-kurdish-singer-ayse-san-adam-asar-2.jpg”][/bs-quote]

Derdê bindestiyê êş û eleman diafrîne

Dengbêja nemir Eyşe Şan ji ber bindestiya gel û welatê xwe, bi qasî ku pêwist bû, nehat zanîn û xwedîderketineke pêwîst ji bo wê çênebû. Eyşe Şan jinek rewşenbîr û welatperwer bû û baş bi derdê bindestiya gel û welatê xwe hesiya bû. Ji bo wê jî her tim wiha digot: “Derdê bindestiyê pir êş û eleman diafrîne û ger welatekî me yê azad hebûya dê gelê me jî bêhtir qîmeta nirxên xwe bizanîba, em ê bibin fedayê bindestiya gel û welatê xwe.”

Belê ger Eyşe Şanê jî mîna hinek hunermendên bêhelwest ji bo pere û malê dinyayê huner û kesayetiya xwe ya neteweyî bifirotana, bêguman ew ê di rewşeke baştir de bijiya.

Rewşa jiyana Eyşe Şanê ya madî baş bû lê wê tim xwe bêkes û xerib didît. Ew hem ji aliyê civaka paşverû ya kurdan û hem jî ji aliyê pergala Kemalîstan ve hatibû tehşîrkirin. Ji aliyekî bi derdê nedîtin û dûriya dayik, xwişk û birayên xwe dişewtî û li aliyê din jî dengê wê ji aliyê hêzên dewleta tirk di qirika wê de dihat hiştin û fetisandin û wan nedihişt stranên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne.

Stran û berhemên Eyşe Şanê

Eyşe Şanê gelek stranên klasîk gotine. Wekî strana Cembeliyê Mîrê Hekariyê, Strana Mem û Zinê, Lê Lê Bêmal, Zerî Heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Koçerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û gelekên din. Stranên ku Eyşe Şanê çêkirine û xwendine jî wiha ne: “Derdê Hêwiyê an jî Wele Te Nastînim, Qederê Yar û “Xerîb im Dayê.” Eyşe Şanê hin stranên siyasî ku piştî salên 1990’î gotine jî wiha ne: “Werin Werin Pêşmergeno û Newroz û Diyarbekir.” Eyşe Şanê gelek stran tomar kirine wekî stranên Lê lê Bêmal, Lorkê Lorkê, Dayikê Qurban, Qederê Yar, Cemîle Here Were, Xezal, Lê Lê Dînê, Memir Memir, Xivşê,Kirasê Te Meles e, Yar Meyro, Derdê Hêwiyê, Hepsiyo, Min tu Dîbû, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho Kurmam û gelekên din bi dengê wê yê xweş di nav gel de belav bûne.