Newaya Jinê bi ser navê ‘Li ser dadmendiyê hê jî tarîtî heye’ derket

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Newaya Jinê ku mehane derdikeve, di hejmara xwe ya meha çileyê de bi navê ‘Hê jî li ser dadmendiyê tarîtî heye’ bal kişandiye ser Komkujiya Parîsê

Rojnameya Newaya Jinê ku rojeva jinên kurd û cîhanê ji nêz ve dişopîne û bi pênûsa  jinan dide, hejmara xwe ya çileyê jî derxist. Hejmara dawî bi manşeta ‘Li ser dadmendiyê hê jî tarîtî heye’ derket û mijara sereke Komkujiya Parîsê ye.

Rojnameyê di hejmara nû de bi berfirehî cih daye çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leya Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin. Di hejmara nû de de gelek roportaj û analîz jî hene.

Nivîsa Karakoçan

Ji nivîskarên rojnameyê Sakîne Karakoçan bi nivîsa xwe ya li ser Komkujiya Parîsê destnîşan dike ku starta şerê qirkirina kurdan, bi Komkujiya Parîsê hatiye dayîn û bi bîr dixe ku têkoşîna 30 salî ya Sakîne Cansiz şerê jiyan û jinbûnê ye. Karakoçan dibêje li gel ku destên qirêj ew kirine hedef jî, tevgerên jinan ên cîhanê xwedî li Cansiz derketine.

Peyamên jinên cîhanê

Di rojnameyê de nivîskar Fatma Adir jî balê dikşîne ser çalakiyên Êlekzeran ên li Parîsê. Adir diyar dike ku şerê li Parîsê didome û dê navê rasteqîniya li Parîsê bibe Olyme de Guges, Sara û Jeanne D’arc. Di rojnameyê de cih ji peyamên jinên ji Rojhilata Navîn, Asya, Ewropa û Amerîkaya Başûr ên der barê Komkujiya Parîsê re jî hatiye veqetandin.

‘Li pey sê kulîlkên berxwedêr’

Yek ji nivîsên di rojnameyê de jî bi sernavê ‘Sara: Xeleka ji pêla berxwedanê’ ya endama Koordînasyona KJK’ê Mizgîn Amed e. Di beşa kurdî ya rojnameyê de Sara Aktaş jî bi nivîsa xwe ya ‘Li pey sê kulîlkên berxwedêr’ têkoşîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên ku di 6’ê çileya sala 2016’an de li Silopiyayê hatin qetilkirin, vedibêje.