Li cîhanê sinetkirina jinan hê jî didome

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora UNICEF’ê li başûrê Kurdistanê tevî hebûna qanûnê jî rêjeya sinetkirina jinan gihîştiye ji sedî 37.5 û bi tu awayî qanûna heyî pêk nayê

Li başûrê Kurdistanê sinetkirina jinan hê jî didome. Li gorî UNÎCEF’ê li Başûr jinên ku temenê wan di navbera 15-49’an de ne, rêjeya sinetbûnê bûye ji sedî 37.5 lê li gorî agahiyên şêniyên Başûr ev rêje hîn zêdetir e.

Li Herêma Kurdistanê piştî nerazîbûn û kampanyayan di sala 2011’an de zagonek ket meriyetê. Li gorî zagonê sinetkirina jinan hatiye qedexekirin û yên ku bikin jî dê sê salan cezayê girtîgehê lê were birîn û 80 hezar dolar cezayê pere bidin. Lê tevî vê zagonê jî li gorî Iraqê ya ku di vî warî de tu zagon lê tuneye Başûr gelekî li paş maye.

30 milyon zarokên keç û jin di bin xetereyê de ne

Sinetkirina jinan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistinên Tendurîstî yên Cîhanê û gelek dewletan ve wek xerakirina genîtal tê binavkirin. Li gorî rapora UNICEF’ê ya di sala 2013’yan de aşkera kiribû ku li cîhanê zêdetirî 125 milyon zarokên keç û jin hatine sinetkirin. Her wiha xetereya ku di nav 10 salan de dê 30 milyon zarokên keç jî bên sinetkirin heye.

Sinetkirina jinan herî zêde li welatên Afrîqa û Rojhilata Navîn tê dîtin. Sinetkirina jinan herî zêde li welatên mîna Misir, Etîyopya, Nîjerya, Sûdan, Kenya û Bûrkîna Fasoyê pêk tê. Her wiha li Somaliyê jî ji sedî 98 zarokên keç û jin hatine sinnetkirin.

Lê belê ev pêkanîn hema hema li gelek ol, bawerî û civakên cuda jî tê dîtin.

Sinetkirina jinan çi ye û ji bo çi jin tên sinetkirin?

Sinetkirina jinan bêyî ku pêwistî bi mudexeleya tibbî hebe, beşek an jî bi temamî girtina vajînayê ye. Her çiqas sinetkirina jinan bi sinetkirina mêran re wekhev bê dîtin jî lê bi tu awayî ne wekhev e. Armanca sinetkirina jinan bi temamî bêhestkirina jinan e. Gelek armancên sinetkirinê hene lê hemû armanc tenê ji bo dilxweşkirina mêran e.

Ji ber sinetkirinê jin di dema têkiliya zayendî de bi tu awayî haz nagire, tenê mêr ji wê têkiliyê haz digire. Dîsa bi armanca parastina bekaretê jin tê sinetkirin. Bi vê yekê jin tenê dikare bi mêrê ku pêra dizewice re bikeve têkiliyê û bi vî awayî jin tenê dibe malê mêrekî.

Mirov tenê li van her du armancan binihêre dê bibîne ku pergala baviksalar jinan tenê ji bo dilê xwe xweş bike û xwe tatmîn bike, bi kar tîne û dema pêkanîna van armancên xwe jî bi tu awayî nahêle jin heman hestên ku ew dijîn, hîs bike û bijîn.