Jinên siûdî li dijî peçeyan kampanya dan destpêkirin

Jinên siûdî li dijî bikaranîna pêçeyan a bi zorê kampanya dan destpêkirin. Jinên ku naxwazin peçeyan bi kar bînin ferzkirina peçeyan rexne kirin

Li Erebistana Siûdî jin li dijî bikaranîna peçeyan a bi zorê li ser tora civakî kampanya dan destpêkirin. Kesên ku piştgirî dan kampanyaya bi etîketa ‘Peçe di bin lingê min de ye’ hatiye destpêkirin, ferzkirina peçeyan rexne kirin. Hîn jin jî li ser hesabên xwe yên civakî wêneyên ku pê li peçeyan dikin, parve kirin.

Hin jin di parvekirinan de diyar kirin ku dema biryar dane ku peçeyên li ser rûyên xwe derxin rastî bertek û tacîzên devkî hatine û tevî vê yekê jî li pişt biryara xwe ne û her wiha dan zanîn ku jinên dibêjin peçe rehet e yan derewan dikin an jî bi awayekî cidî pirsgirêkên derûnî dijîn.

Girêdayî vê mijarê kesên ku li dijî vê yekê derketin jî bi etîketa ‘Bêhurmetî’ bertekên xwe anîn ziman.

Hêjayî gotinê ye Erebistana Siûdî ku di mijara mafê jinan de xwedî karneya herî xirab e, jinan mehên derbas bûyîn jî çarşafên xwe berevajî li xwe kiribûn û çalakiyeke bi vî rengî pêk anîbûn. RIYAD