Li ser ‘gumanê’ hatine kuştin

Bi ser kuştina 3 siyasetmedarên kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir re 3 sal derbas bûn. Di dosyaya lêpirsînê de derket holê ku li ser ‘gumanê’ hatine kuştin

Di qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiyaya Şirnexê di 4’ê çileya 2016’an de 3 siyasetmedarên jin ên kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir dema dixwestin derbasî taxek din bibin, bi maşîneya zirxî hatin gulebarankirin û kuştin.

Bi ser kuştina her sê siyasetmedaran re 3 sal derbas bûn. Kujerên her sê siyasetmedaran heta niha nehatine aşkerakirin. Di lêpirsîna têkildarî kuştina Pakîze Nayir de hûrguliyek balkêş heye. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve biryara “bêrayetî” hat dayîn. Di dosyaya şandin Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê de cih dan agahiya ku her sê jinên siyasetmedar li ser ‘gumanê’ hatine kuştin.

Di “Girteka Muayeneya Mirinê” de hat gotin ku carcûra kaleşnîkofekê di bin kesek hat kuştin de hatiye dîtin û balkêş e ku nehatiye gotin ku carcûr di bin kê de hatiye dîtin. ŞIRNEX

Dikarî Biecibînî