Ji bo têkoşîna hevpar pevcivîna jinan

Bi sedan jin ji bo têkoşîna hevpar bi banga 164 saziyên jinan li Stenbolê hatin gel hev

Li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan jin bi banga 164 saziyên jinan û LGBT+ bi navê Pevcivîna Jinan a Tirkiyê li Navenda Hunerê ya Fulya a Stenbolê hatin cem hev. Pevcivîna jinan a bi dirûşma ‘’Mafên me, jiyana me, destkeftinên me yên me ne’’ dê du rojan bidome. Parlamenterên HDP’ê Dîran Dîrayet Taşdemîr, Filîz Kerestecîoglû û Huda Kaya jî di pevcivînê de hazir bûn.

Di rûniştina pêşî ya pevcivînê de ji Koma Kampanyaya ‘Jin bi hev re xurt in’ Çagla Akdere axivî. Akdere diyar kir ku li dijî wan kesên ku li ser jiyana wan dibêjin heqê wan heye, çend gotinên wan hene û li dijî rejîma AKP’ê ku xwe li ser dijminatiya jinan ava dike, tiştên ku bikin hene. Her wiha Akdere da zanîn ku ew ê dev ji maf û jiyana xwe bernedin û ji bo ku vê bikin dê bi hev re gav bavêjin.

Piştî axaftina vekirinê pevcivîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

Her wiha li gorî çarçoveya bernameya du rojan dê atolyeyên bi navê ‘’Em bi hev re çawa dikarin têkoşînê geş bikin’, ‘Em bi hev re çawa dikarin xur bibin’ û ‘Em têkiliya xwe çawa dikarin geştir bikin’ pêk werin. STENBOL