Gerîlayeke hindistanî: Jînda Cûdî

Dilpak Dag / Arjîn Newroz / BEDÎNAN – ANF

Bi rengê xwe, bi devoka xwe ya balkêş û bi dilgermiya xwe balê dikişîne. Gerîlaya ji Hindistanê Jînda Cûdî bang li jinên dinyayê hemûyan kir ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê

Şer çarenûsa erdnîgariyê diguherîne. Mirovahî û zindiyên li ser wê erdnîgariyê jî bi şer re çarenûsa wan tê guhertin. Şerê ku rê li ber komkujî, sirgûn, mirin û qirkirinan vedike, her wiha dibin sedema trajediyan ku bi sedan salan bidomin. Ji ber şerê demdirêj ê navbera Pakistan û Hindistanê, bi dehhezaran pakistanî û hindistanî neçar man cih û warên xwe biterikînin û berê xwe bidin herêmên cuda yên dinyayê. Rewşa aloz a li vê herêmê, car carna xwe dide der, lewma qet dawî li pêla koçberiyê nayê. Koçberên hindistanî û pakistanî, li herêmên ku koçî wan deveran kirine, çanda xwe jî bi xwe re birine lê bi demê re dikevin bin bandora çandên wan herêman jî. Mîna jineke ciwan a bi navê Jînda Cûdî ku li çiyayên Kurdistanê em lê rast tên.

Gerîlaya YJA Starê Jînda Cûdî bi reng û devoka xwe yekser balê dikişîne. Jînda Cûdî ji Hindistanê ye. Hîn nû fêrî kurdî dibe û dema ku nikare xwe bi kurdî îfade bike vê carê zimanekî din ê herêmê; erebî dikeve dewrê.

Malbata wê ji ber şerê navbera Pakistan û Hindistanê, destpêkê koçî Minbicê dike û dûre berê xwe dide Tirkiyeyê û piştre jî koçî Şamê dike.

Cûdî PKK’ê li Şamê nas dike

Cûdî ya dema ku li Şamê bû PKK nas dike û tev li dibe û wiha behsa wê demê dike: “Ez ji hevalên li vê derê hînî berxwedan û têkoşînê bûm. Mirov li van çiyayan tiştên ku li devereke din a dinyayê nîne dibîne. Artêşbûna jinê gelekî girîng e û divê em bi qîmeta wê zanibin. Divê em minetdarê Rêber Apo bin.”

Cih û warê jinên bindest

Cûdî anî ziman ku piştî tev li nav refên PKK’ê dibe derfertên wê çêdibin ku baş Ocalan nas bike û diyar kir ku êdî baweriya wê ya bi Ocalan ku dê jinan azad bike, mezintir bûye.

Jînda Cûdî çiyayên Kurdistanê weke cih û warê jinên bindest bi nav dike û bang li jinan hemûyan dike ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.

Hewl dide fêrî kurdî bibe

Gerîla Cûdî bi bîr dixe ku li gel zext û komkujiyan jî kurdên ku xwe bi felsefe û paradîgmaya Ocalan xemilandine û birêxistin kirine, ne dev ji zimanê xwe ne jî dev ji çanda xwe berdane û wiha didomîne: “Em ji bo dinyayeke pir ziman, pir çand, pir bawerî û pir rengî têdikoşin. Bi zimanên kurdî û hindî gelek gotin nêzî hev in. Hewl didim xwe fêrî kurdî bikim.”

Di berdewamê de Cûdî balê dikişîne ser jiyana li çiyê, têkiliyên hevrêtiyê û wiha dewam dike: “Ez hêzeke gelekî xurt a jiyanê ji hevrêtiyê werdigirim. Em bi hev re têdikoşin. Her tişt ji bo me mijara perwerdeyê ye. Mirov li van çiyayan gelek tiştên ku di nav sîstemê de hînî mirovan nakin, dibînin û zana dibin.”

‘Divê dijminên Kurdistanê êdî ji vê axê biçin’

Jînda Cûdî tîne ziman ku ew gotina ‘Divê jin berê xwe bidin çiyayên azad’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng dibîne û wiha got: “Bila dijminên Kurdistanê zanibin, ev çiya bi jinên ku bi banga Rêber Apo rabûne ser pêyan, tijî ne. Divê dijminên Kurdistanê êdî ji vê axê biçin. Bi dagirkirin û qirkirinê nikarin tiştekî bi dest bixin. Ji ber ku ev der Kurdistan e û gerîlayên wê jî dê parastina wê bikin.”

Her wiha Cûdî di dawiya axaftina xwe de got ku divê jin ji bo pêkanîna şoreşê û bi rêxistinbûna jinan berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.